Polîtîk

Operasyona ‘lihevkirina bajaran’: 10 rêveberên şaredariyê hatin girtin

10 kesên ku di çerçoveya operasyona “lihevkirina bajaran” de ku şaredariyên CHP’ê kiribûn armanc hatin hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê gelek şaredariyên Stenbolê de lêpirsîna “terorê” da destpêkirin û hat diyarkirin ku “lihevhatina bajaran” pêk hatiye. 10 kesên ku hatibûn binçavkirin ji teref Dadgeha Cezayê Sulhê ve hatin girtin.

Li şaredariyên Şîşlî, Ataşehîr, Kartal, Ûskudar û Fatîhê gelek endam û cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê bi hinceta ‘lihevkirina bajaran’ a di navbera CHP û DEM’ê de hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî lêpirsîna dozger der barê wan de biryara girtinê hat dayîn.

10 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin hatin girtin.

Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê 10 gumanbarên ku di çarçoveya “Lihevkirina Bajêr” de bi telîmata ku endamên rêxistinê bikevin şaredariyên metropolan de li şaredariyan hatine bicihkirin lêpirsîn da destpêkirin.

Wekîlê Şaredarê Kartalê C.Y., Wekîlê Şaredarê Ataşehîrê L.G., Endamê Meclîsa Şaredariya Ûskudarê B.K., Endamê Meclîsa Şaredariya Sancaktepeyê E.G., Endamê Meclîsa Şaredariya Fatîhê G.A., Endamê Meclîsa Şaredariya Tuzlayê H.Ö., Endamê Meclîsa Şaredariya Adalarê ya SUŞKê, Endamê Meclîsa Şaredariya Adalarê ya SUŞKê, Endamê Meclîsa Şaredariya Şîşlû ya T. ê ku hat diyarkirin endamê HDK’ê ye û têkiliya wî bi Şaredariya Beyoglûyê re heye.

Back to top button