Civak

Operasyon bi awayeke serkevtî pêkhat..Kesên rizgarkirî ne kurd in

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê operasyona hêzên Amerîkayê li navçeya Hewîce ya Kerkûkê de daxuyanî da û ragihand, ku pêşmerge jî di operasyonê de beşdar bûne, lê belê kesên rizgarkirî ne kurd in.Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de radigihîne ku operasyon li Hewîceyê bûye û kurd jî tê de beşdar bûne ku di encama operasyonê de 3 pêşmerge birîndar bûne.Di daxuyaniyê de tê gotin, ku li gor lêkolînên destpêkê ti kesên rizgarkirî kurd nînin.Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî ku agahiyên temam hebûn ku hejmareke zêde dîl û girtî li nêzîkî Hewîceyê hatine girtin, îro 22ê Cotmehê di saet 02:00ê danê sibehî de operasyonek ji aliyê hêzeke Antî-Terorê ya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi piştevaniya hêzeke hevpeymanan pêk hat.”Li gor daxuyaniyê, ew hêza han derbasî nav kûrahiya sînorê di bin desthilata DAIŞê de bûn û karîn dest bi ser girtîgehê de bigrin ku ji bakur ve 7 km ji Hewîceyê ve dûr e.Herwiha di daxuyaniyê de amaje hat kirirn: “Armanca operasyon bi awayeke serkevtî pêkhat û 69 girtî hatin rizgarkirin, lê belê piştî lêkolînên destpêkê derket hole ku ti kes ji wan kurd nînin.”Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da xuyakirin: “Di vê operasyonê de 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 6 çekdar jî dîl hatin girtin. Leşkereke hevpeymanan jî ku erkê wî piştevanî bû, hat kuştin û 3 pêşmergeyên Hêza Antî-Terorê jî birîndar bûn.”Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Saet 04:00ê danê sibehî operasyon bi dawî hat û hêzên beşdar vegeriyan. Kesên rizgarkirî jî bo pişkinînên pizîşkî û rêkarên pêwîîst radestî aliyên pêwendîdar hatin kirin.”Di dawiya daxuyaniyê de jî, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê desxweşî li wêrekî û qehremnaiya hêzên Antî-terorê dike û sersaxiyê li hikûmet û gelê Amerîka û malbata leşekrên kuştî dike.

Back to top button