Civak

Operasyon: 5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan

Li Batmanê devera navçeya Kozlukê lêşkeran li ser êxbariyekî operasyon kirin û di encama vê operasyonê de 5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest da.

Li gora agahdariyên waliyê Batmanê dayî, di dema operasyonê de li devera navçeya Kozlukê rastî hinek çekdarên PKK-ê hatin û di nav leşker û çêkdarên PKK-ê de şer derket di encama şer de 5 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane.

Lê li gora hinek agahdariyên ji xelkê heremê dayîn, di encama êxbariyekî de, leşkeran îro berê sibehê li navçeya Kozluk dora şkeftekî girtin. Di şkefti de hinek çekdarên PKK-ê hebûn û leşkera ew kuştin. Yanî bi awayek din ev kuştin wek înfazekî tê navkirin jî.

 

Rojevakurd

Back to top button