Cîhan

Dê Israîl Nîsanê êrîşê Îranê bike

Nivîskarê rojnama Washington Post David Ignatius nivîsek bi nave “ Gelo Îsraîl amadevaniya êrîşê Iranê dike?“ belav kir.

David Ignatius di nivîsa xwe de dibêje ku, wezîrê parastinê yê DYA gelekî mijûl e. Lê di van rojan de tişta ku wezîrê Parstina DYA Leon Panetta  difikirîne ewe ku, Israîl xwe amade dike ku  vê biharê  di meha insane de êrîşê Îranê bike.

David Ignatius dibêje: Panetta bawer dike ku, wê Israîl meha Nîsan yan jî meha Gulanê  êrîşe Îranê bike û nahêlê Îran bombeyên nukleer çêbike.
Herweha David Ignatius bi xwe jî bawer dike ku, Îranê ji bo çêkirina bombeya Atomî hemî amadekariya xwe xilas kiriye û niha di bin erdê de dest çêkirina Bombeya Atomî kirine.

Rojevakurd

Back to top button