
Li Tirkiye rêxistina Îstixbaratê MIT ê di nava hêzên çekdarên Tirk de vê sibehê operasyonek mezin pêkanî û bi tohmeta endametîya Rêxistina Gulen 184 efser hatin girtin. Ji van efseran 123 hêja di nava hêzên çekdar de xwedî postin. Di nav van efseran de hinek jî xwedîyê pileyên bilindin.
Wek tê zanîn dewleta Tirk hemû hewldana dide ku artêşa xwe ji endamên cemaeta Gulen pakij bike, lê dixweyê ev yek zehmet e û dê bighe kijan qonaxê jî nayê zanîn. Ji roja, 13.10.2020ê heta 23.3.2021ê pênc operasyonên mezin di nava Artêşê de hatine kirin û 934 efser û erkdar hatine girtin. Piraniya wan jî xwediyê pileyên bilindin.