RojevVîdeo

Pêşmerge ketin nava bajarê rojhilatê Kurdistanê

Di roja yekem a Newrozê de, hejmareke Pêşmergeyan bi alayên Kurdistanê li du bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatin dîtin. PDK-Î jî dibêje, her dema pêwîst be, Pêşmergeyên wan dê li Rojhilat bên dîtin.

Di roja yekem ya Newrozê de, hejmarek kes bi logoya hizbekî Kurdistanî û Ala Kurdistanê li du bajarên Rojhilatê Kurdistanê derketin, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê jî dibêje, Her dema pêwîste be, Pêşmergeyên wan wê li Rojhilat derkevin.

Berpirsê Hêza Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawe Behramî, ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyên wan li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene, dîtian Pêşmerge jî li bajaran tiştekî asayî ye û ev ne cara yekemîn e.

Derbarê wê yekê ku ew Pêşmergeyên PDK-Îne an na, Kawe Behramî got, wan jî bi rêya torên civakî vîdyo dîtine û aşkere kir ku ew Pêşmerge ne bi fermana wan çûne ser cadeyan û eger Pêşmergeyên wan bin jî, bi awayekî serbixwe ew çalakî kirine.

Di vîdyoya ku belav bûye de tê dîtin, xelk pêşwaziyeke germ li Pêşmergeyan dike û Pêşmergeyek ji xelkê re dibêje, “Piştrast bin û netirsin em her tim gel we ne û em we bicî nahêlin.”

Roja Yekşemê, 21/03/2021, di yekemîn roja Cejna Newrozê de hejmareke Pêşmerge ku hejmara wan derdora 7 ta 10 kesan de bû, bi çek, logoya PDK-Î û alayên Kurdistanê derketin ser cadeyên Seqiz û Şino.

Girîngiya vê çalakiyê ew e ku piştî 26 salan, ev cara yekemîn e di Newrozê de Pêşmerge bi awayekî aşkere li nav xelkê li Rojhilatê Kurdistanê tên dîtin.

Heta niha ne hikûmet û ne jî medyaya Îranê ti daxuyanî û zanyariyek derbarê vê yekê de belav nekiriye.

Back to top button