Civak

Omer Ocalan li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir!

Parlamenterê Partiya DEM’ê ya Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan diyar kir ku ew û apê xwe Abdullah Ocalan piştî çend salan weke malbat yekem car hevdu dîtine. Omer Ocalan, anî ziman ku herî dawî di 3’ê Adara 2020’an de hevdîtina rû bi rû pêk anîbûn û got, “Em dixwazin hevdîtina malbatê ya rûtîn ku mafekî qanûnî ye, bêyî şert û merc berdewam bike.”
Piştî bangên Serokê MHPê Devlet Bahçelî yên ji bo serokê PKKya Abdullah Ocalan, parlementerê Partiya DEMê yê Rihayê Omer Ocalan duh çû Îmraliyê.

Hate ragihandin ku hevdîtina Abdullah Ocalan û Omer Ocalan danê sibehê saet di 11.00’an de dest pê kir û heta piştî nîvro berdewam kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtina de abdullah Ocalan biraziyê xwe re gotiye: “Ez ê bang li rêxistinê bikim ku dev ji çekan berdin. Ez naxwazim di tabûtê de ji vir derkevim.”

Ji alîyek dî; Çavkaniyên Partiya DEM’ê di daxuyaniya xwe ya duh de nûçeyên ku dibêjin destûr hatiye dayîn û hevdîtin bi Omer Ocalan re hatiye kirin derewandin û gotin, “Hêviya me ew e ku tecrîd rabe û hevdîtin di asayîbûna xwe de bidomin. Weke DEMê em daxwaz dikin ku ji spekulasyonan neyên bawerkirin..”

Back to top button