Polîtîk

Eger Ocalan însiyatifê bistîne em bi hemû hêza xwe li pişta wîne.!

Serokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li girtigehê de helwesta xwe bi awayekî diyar kir. Demirtaş piştî êrîşa roja Çarşemê ya li dijî avahiya Pîşesaziya Fezayê ya Tirkiyeyê (TAI) ya li navçeya Kahramankazan a paytexta Enqereyê, daxûyaniyek li ser hesabê xwe yê medya civakî da.

Demirtaş di daxûyaniya xwe de dibêje:

“Zihniyeta ku hewl dide lêgerîna çareseriya pirsgirêkên me bi axaftin, diyalog û siyasetê bi xwînê biqedîne, bila bizane ku ger Ocalan însiyatîfê bistîne û bixwaze rê li ber siyasetê veke, em ê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin. Em ê ti nêzîkatiyên ku siyaseta demokratîk û lêgerîna aştiyê pûç bike û bê îrade bike, qebûl nekin. Divê her kes hesabên xwe li gorî wê bike. “Em ê ti carî destûrê nedin ku dengê kesên aştiyê dixwazin vê carê ji kê bê bila bê girtin.”

Back to top button