Odeya bazirganiya Amerîkayê li Washîngtonê civînek ji bo serokwezîrê Kurdistanê li darxist.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hesabê xwe X ê de dayûniyek ragihand. barzanî dibêje:
“Odeya bazirganiya Amerîkayê li Washîngtonê civînek bo pêşwazî kirin ji serdana me organîze kir.
Di merasîma pêşwaziyê de ku, hijmarek zêde ji Rayedar, Karsaz û Hêlbirênerên diyar yên Amerîka û çend kesatiyên ji diyasporaya Kurdistanî nîştecîh li Amerîkayê têde beşdarbûn, me gotarek pêşkêş kir û spasiya dostatî û piştîvaniya Amerîka û kompaniyên Amerîkî kir bo hêlbirîna wan li herêma Kurdistanê de.
Me behsa reformên kabîneya 9an yên di warê pir cure kirina abûrî, avedan kirina jêrxaneke bihêz li herêma Kurdistanê de û daxwaz jî ji kompanî û Hêlbirêneran Amerîkî kir daku, serdana herêma Kurdistanê bikin û ji nêz ve derfetên hêlbirînê di warên curbicur de bi bibînin.“