Akademiya Kurdî Barzaniyê Nemir bi bîrtîne
DESTEYA AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
45emîn salvegera Mela Mistefa BARZANÎ (1903 – 1979) bibîrtîne
Em bi ser navê Akademiya Kurdî li Stockholmê, 45emîn salvegera serokê neteweya Kurd ê efsanewî bibîrtînin. Mela Mistefa -BARZANÎ rêber, serokê efsanewî, pêşengê gelê xwe ye. BARZANÎ damezrênerê ramanekê bû ku bi giranî li ser hemû neteweya Kurd e û ne îdeolojî ye. BARZANÎ heqîqeta ku di kûrahiya neteweya Kurd de dijî, edebî û nemir e. Rastî ji holê ranebû, bi kûrahiya xwe ve heye. Rêbertî pêşveçûnê dixwaze. Rêbertî têkiliyek e, ne helwestek an danûstendinek e. Rêbertî perspektîfek berfireh e. Rêbertî hunereke têkiliyan e.
Kesitiya BARZANÎYÊ NEMIR kom dibe ser van xalan:
Rêbaza PDK û Barzanî kurdayetî, kevneşopiyên neteweyî, nîzamî û lîberalîzma aborîya navxweyî ye.
Îro PDK dixwaze aboriyeke sivîl ava bike, hevgirtina sivîl û edaleta civakî weke bingeha rêbazê ye.
1. Kurdayetî
2. Sadeyî (ne îdeolojîk)
3. Adalet
4.Hevgirtina sivîl a gel
BARZANÎ zanîna neteweya xwe û avakarê tevgêra Kurd û Kurdistanê bi xwe ye, ew mêrê mêrxas e. Ew sembolê Kurdistanê, ew qehremanê dîroka tekoşîna serxwebûna neteweyê Kurd û zanîna wî ye. BARZANÎ di sala 1903an ji dayîka xwe bûye û di sala 1979ê de li Amerîkayê çû ser dilovaniya xwe. Piştî koça dawîn a BARZANÎ êdî wêne, peyv, xebat, huner û tabloyên dîrokî dipeyvin. Wêneyên wî, tablo û fotografên dîrokî, bi xwe vejandina miriyan e. BARZANÎ nemirina Kurd û Kurdistanê ye. Ewî tovên azadkirina Kurd û Kurdistanê reşandiye, her sal li dûv hev, ew tov (toxim) di nav mêrg, newal, deşt û bestên Kurdistanê de hêşîn, dibin, gul û kulîlk vedibin, dibişkifin û dilên keç û xortên Kurd şad dikin. Di jiyana BARZANÎ de gelek caran rojên giran qewimîne, gelek caran bûye reşebayî, bobelîsk, tofan, baran û bahoz. Di rojên giran de BARZANÎ, ji bo rojên oxirmê giran, ji bo xîret û namûsê, axa Kurdistanê parast û stûyê xwe li ber dijmin xwar ne kir…
Çend pêvajoyên girîng di jiyana Barzanî de hene, ew jî ev in: Beriya sala 1940î û heta sala 1940î. Salên Komara Mihabadê, 1946. Çûna BARZANÎ ya Yekitiya Sovyetê digel pêşmergeyan, Meşa Mezin 1947. Vegera BARZANÎ ji Sovyetê û lidarxistina şoreşê, 11ê Elûna sala 1961ê. Salên 1970î -1975ê salên girîng in. Reyalîzm di jiyana BARZANÎ de bilind dibe. Peymana Cezayîrê 1975ê. 1ê Adara sala 1979ê çû ser dilovaniya xwe, giyana wî şad be û cihê wî bhuşt be.
1ê Adara sala 2024
Akademiya Kurdî li Stockholmê
Serokê Akademiya Kurdî
Doktoremend Maruf YILMAZ
Sekreterê Akademiya Kurdî
Nadmaddin KARÎM