Polîtîk

Ocalan:DYA dixwaze min bikuje

Li gora nûçeya rojnama Aksam Abdullah Ocalan ji parêzerên xwe re gotiyeku, DYA dixwaze min bikuje.

Di hevdîtinekî de Ocalan ji Parêzerê xwe re gotiye: “ Tehemula DYA ( Dewletên Yekgirtiyê Amerîka) ji bo PKK-ê nemaye. Ev yek di hevdîtinên navbera BDP-ê û hinek balyozên welatên Yekitiya Ewropa hatîn kirin de hatiye fam kirin. Li Ewropa zanebûn dijê PKK-ê operasyon hatin kirin. Bigihînin DYA ku, ez û PKK ji bo çareseriyê amadene.Ji Ewropa heta Iraqê plana imhakirinê di rojevê deye“

Ocalan berdewambûna axaftina xwe de dibêje: “  Ihtimala ku min bikujin her demî heye. Ji bo vê yekê hinek tişt dikare bêne eşkerekirin. Ez li himber plana imhakirina PKK-ê nikarim tiştekî bikim. Destê YDA ketiye her derekî . Veca tu hesabê min nekin. Barzanî û Talabanî bê hêzin, lê dikarin wan dijê me karbînin..“

Back to top button