Ocalan ji siyaseta PKKê û HDPê ne raziye. Li gora nûçeya Bülent Aydemir ji Haberturkê, heyeta hukumetê li gel Ocalan rûniştiye û Ocalan gotiye:Di bin siha çekan de siyaset nayê kirin.Dema çek hebin behsa aşitiyê nayê kirin. Guh nedan min.Niha wek min derket.Niha divê PKK û HDP xwe rexne bikin.Siyaseta wan hilweşa,destavêtin çeka şerê dewletê kirin,Destkeftî hemû têkçûn.Rêxistinê gelek winda kir.Herweha Ocalan dibêje ku PKK ya wî nekir, dijitiya wî kirin. Ji bo vê yekê jî serneketin.Ocalan dibêje ku siyaseta rêxistinê ya Suriye jî serneket, îlankirina Kantona ne rast bû.Ocalan gelek rexneyên giran li PKKê dike û dibêje ditinên cuda di nava rêxistinê de peyda bûne û ew şerêhev dikin ji bo vê jî ev siyaseta çewt derdikeve holê.
Pêş
05/06/2026
Asaib û tabûrên Îmam Elî dest bi radestkirina çekan kirine
05/06/2026
Em bangî gelê xwe yê Qoserê dikin ku bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin
Balkêş e ?
Close


