Polîtîk

Ocalan li dijê xendekan bû! Êêê ?

Parlementerê HDP û endamê heyeta Îmraliyê Siri Sureya Onder duh li parlementoya Tirkiyeyê axivî û bal kişand li ser çend bûyerên bûne sedema şikestina pêvajoya aşitiyê.Onder got berî şikestina pêvajoya aştiyê dema PKK li navçeya Licê û Çêwlikê dest bi kolandina xendekan kiribû, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan daye. Ocalan di hevîtinan de ji wan re gotiye kolandina xendekan êrîşkirina li dijî mafê serweriya dewleta Tirkiyeyê ye. Ti dewlet vê yekê qebûl nake.Onder da zanîn jî, Ocalanî daxwaz ji wan kiriye ku vê yekê ji PKKê re rabigihînin. Piştî daxwaza Ocalan, PKK dawî xendekên ku li navçeya Licê û Çêwlikê konandine, aniye.Piştî şikestina pêvajoya aştiyê şereke dijwar dest pê kir û li çend navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xendek hatin kolandin. Di encama wî şerî de nêzikî 3 hezar kesî canê xwe ji dest dan.Ev daxûyaniyên ku dema wan derbas bûyî wek yek henekê xwe li kurda bikê ye. Dema PKKê dest kolana xendeqan kirî ji bo çi Onder ji berî ew ciwan werin qetilkirin deng nekir. Bila hingê Onder derketa nava xelkjê û ev gotarên Ocalan bigotan. Onder dibêje 3 hezar ciwan lê kêmasî 6 hezar ciwan û xelkê din di wan bûyerên tarî de jiyana xwe ji dest dan.Gotina Onder di parlementoya Tirkiye de wek li himber dewletê stuxweriye û lêbûrin xwestine.

Back to top button