CîhanPolîtîk

Ebadî: Em ne li gel referanduma Kurdistanê ne, lê belê ew ji ber referandumê tankan jî naşînin ser Kurdistanê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku ew li ne li gel referanduma Herêma Kurdistanê ne, lê belê ew ji ber referandumê tankan jî naşînin ser Kurdistanê.Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, êvariya îro sêşembiyê 25ê Tîrmeha 2015ê li Bexdayê di konfranseke rojnamevanî de li ser referanduma Başûrê Kurdistanê axivî.Heyder Ebadî di vê konfransa rojnamevanî de bersiva pirsyareke derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê da û got, li Herêma Kurdistanê alozî heye, ku pêwîst e ew pirsgirêk werin çareserkirin û got: “Gelo hemû Kurd îtîrafê bi wê referandumê dikin?”Ebadî diyar kir: “Pêştir min gotiye, ez rêzê li xwastek û îradeya hemû iraqiyan digirim, Besra, Mîsan, Bexda xwastek û daxwazî hene, rêz li wan xwastek û daxwaziyan digirim, lê belê em li yek niştimanê ne û em pêkve dijîn, destûr û yasa fermanrewayiya me dikin, ti bendek di vê bareyê de di destûrê de nîne, ku yekaliyane referandum were kirin û cuda bibî, ew di destûrê de nîne, ji ber wê jî referandum, nedestûrî û nerewa ye û em serederiyê li gel nakin, lê belê em rêzê li îradeya gelê Kurd digirin, ji ber wê jî ciyawazî di navbera wan du rewşan de heye.”Serokwezîrê Iraqê behsa pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Aloziyeke rasteqîn li Herêma Kurdistanê heye, aloziyeke siyasî ye, mezintir ji aloziyê, nakokiyeke rasteqîn heye. Me daxwaz ji birayên xwe yên li herêmê kiriye, bi kêmanî saziyên xwe vegerînin, parlamento, dubare vegerandina hikûmetê bi şêweyeke dirist, tu ji aliyê siyasî ve ciyawazî, lê belê nabe saziyan ji kar bixî, ew yek metirsîdar e, eger saziyan ji kar bixî, wateya wê vegeryana desthilatdariya bo partiyan, ew jî karekî nedirist e.”Heyder Ebadî di berdewamiya axavtina xwe de rewatiya referanduma Kurdistanê bire bin pirsyarê û wiha got:“Gelo ev yek nûnertatiya îradeya gel dike? Çawan referandum tê sazdan? Çi desthilatek wê referandumê birêve dibe? Gelo hemû Kurd û bizavên kurdî û hemû hevwelatî îtîrafê pê dikin? Eger arîşeyek di hikûmetê û çend wezaretan û ji kar xistina çend wezaretan de hebe, ew tiştekî din e û rê bi wan nayê dan, bi rastî arîşeyeke rasteqîn heye.”Ebadî herwiha ji ber sazdana referandumê hişyarî da û diyar kir, ku ew yek dê bandore li hemû aliyan û bi taybet jî li Iraqê û Kurdistanê bike.Li ser wê yekê, Ebadî destnîşan kir: “Ez hişyariyê didim, hişyariyê didim, çimku ew yek dê bandorê li me hemûyan bike. Iraq yek e, kes nabe gumana wê yekê bike, ku gihîştina zirarê bi Kurdistanê bandorê li Iraqê nake, kes jî nabe wê gumanê bike, ku gihîştina zirarê bi Iraqê bandorek xirab li Kurdistanê nake. Tê bîra we, destpêkê hinek di vê baweriyê de bûn, ku DAIŞ metirsî bo ser wan nîne, hinek DAIŞ bi baş didîtin, pêşwazî lê dikirin, we dît dawiya wê çawan bû? Ji ber wê dema ku gef hat, divê em hemû yekgirtî bin.”Serokwezîrê Iraqê amaje bi hemahengiya navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê jî kir û da xuyakirin: “Me bi karkirina bi hev re serkevtinên mezin bi dest xistin. Artêşa Iraqê li gel Pêşmerge mil bi milên hev şer kirin, artêşa Iraqê çû nava Herêma Kurdistanê, yek haleta aloziyê çênebû, belku alîkarî, rêzgirtin, pêwendiyeke baş û rêzgirtina li hember hev hebû. Baş e çima niha em bi heder bidin, bila em pêkve kar bikin, komek mijarên hilawîstî hene û bila em hemû gotûbêjan bikin.”Derbarê gotûbêj û danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Serokwezîrê Iraqê da zanîn, ku wan gotûbêjên bi Herêma Kurdistanê re nedane rawestandin û diyar kir, ku gotûbêj li ser du astên diyaloga hikûmetê û diyaloga bi gel re tê kirin.Heyder Ebadî ragihand: “Me gotûbêj nedane rawestandin û em berdewam in. Gotûbêj li ser du astan heye, li ser du astên diyaloga hikûmetê û bi gel re ye, gel berfirehtir e, nûnerên gel li parlamentoyê hene û karê xwe dikin, yek niştiman heye û welatê me xema me ya sereke ye. Me gelek hevbeş hene, bi nêrîna min xalên hevbeş gelek zêdetir in ji xalên nakokiyê. Baş e em çi bikin, ji xwe em tankan naşînin ser Kurdistanê, em wê yekê nakin. Her pirsgirêkek hebe, divê bi ji hev têgihîştinê û diyalogê were çareserkirin. Karê şaş şaş e, dewlet di xizmeta xelkê de ye, eger gumanek hebû, em dê di dawiyê de ji hev fam bikin û em dê bigihîjin rêkevtinê. Bi zimanê eqil û lojîkê û berjewendiya hevbeş, bi baweriya min piraniya siyasiyên Kurdistanê li ser referandumê lez nînin, lê belê dibêjin ew daxwazek e, çima ez li dijî (wê) bisekinim, her weke piraniya meseleyên din.” Rûdaw 

Back to top button