Polîtîk

Ocalan biryara parlementeran di cih de dît

Piştî ku dezgehê bilind yê hilbijartinê(YSK) parlementiya girtiyê doza KCK-ê Hatip Dicle qebûl nekir, parlementerên serbixwe hatîn hilbijartin biryar dan ku, li himber vê helwesta YSK-ê neçin parlementoyê.
Piştî vê bûyerê çavên herkesek ma li Îmralî. Ka gelo dê Ocalan çi bije. Ji ber ku cihê biryara dawî Îmraliye.

Parêzerên Ocalan çûn Îmralî û hevdîtinek li gel Ocalan kirin. Ocalan pişgiriya biryara KCD kir û got heta ev arêşe newê çareserkirin bila neçin parlementoyê. Li gora gahdariyên parêzerên Ocalan dayîn, Ocalan gotiye ku; ev biryara parlementeran di cih de ye.Herweha tê zanîn  Murat Karayilan jî pişgiriya vê biryara parlementeran kir. Ev yek dikare bibe sedemê arêşeyênheyîn mestir bibe û dê krizek siyasî berdewam hebê. Heta ihtimala ku şer geş bibe û cardin rewş tevlîhev bibe geleke.  Ji xwe dixweyê dema YSK biryarek bi vî awayî dayîarmanca wan jî tevlîhevbûna rewşê ye.

Back to top button