
Serokê Ak parti yê şaxa Diyarbekirê Halid Advan, daxuyaniyek da û biryara ku Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê wek änkilab(darbeyek) hukukî nirxand û got ku, ev xefek bû li himber BDP-ê hate danîn. Advan biryara YSK gelek bi tundî rexne kir.
Akvan li gel rojnama Akşama Tirkî hevpeyvînek kir û di derbarê pirsa biryara Dezgehê Bilind yê Hilbijartinê(YSK) û rewşa hatib Dicle de, dîtinên xwe gotin. Advan YSK tawanbar kir.
Atvan got: Eger Hatip Dicle di dozekî de mahkum bibe û ceza girtibe, diviya dema bûyî berendamê serbixwe, YSK-ê bigota ku tu nikarî bibî berendam ji bo parlementoyê. Dê hingê BDP kesek din wek berendamê parlementoya nîşan bikira.YSK-ê ji berî hilbijartina ev rewş dizaniya lê bi zanebûn tiştek nekir. Herweha madem Dicle nikare bibe parlementer, ji bo çi YSK mazbate parlementeriyê da Hatib Dicle.Ez bawer dikim ku YSK bi zanebûn ji bo tevlîhevî çêbibe ev yek kiriye.
Berdewambûna axaftina xwe de Advan got: Mixabin dezgehek yê dadweriyê ev çewtî kiriye. Ez gelek ihtirama 78 hezar dengên ku Dicle girtîn digrim.Lê ne Ak partiyê ev çewtî kiriye. Divê rewşa Dezgehê Hilbijartinê berçavre derbas bibe.Ez bawerim mirov dikare her pirsekî di bin banê parlementoyê de çareser bike.Madem BDP ji bo azadiya kurda tekoşînê li ser zemînê desturî dike, divê ji bo guhertina desturê ferqên di nav xwe û Ak Partiyê de kêm bikin û ji bo desturê nêzik hev bibin. Ez bawerim divê BDP leyiztika ku tê leyiztin bibîne û vê leyiztikê xira bike.