Polîtîk

Necîb: Guherîna pereyê Iraqê di rojevê de nîne

Endama lêjneya darayî ya parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb, diyar kir ku, heta niha guherîna pereyê Iraqê neketiye rojevê.

Necîbe Necîb ji AKnewsê re  eşkere kir û got ku heta niha guherîna pereyê Iraqê neketiye rojeva lêjneya darayî de “Em beriya çendekê digel banka navendî ya Iraqê û wezîrê darayî (finans) yê hikûmeta Îraqê civiyan, lê tiştekî wisa nehat rojevê.”

Necîb got:  Vê gavê nirxa dînarê Iraqê li hember dolarê Amerîkayê baş e û banka navendî kariye nirxa dînar li hember dolar sabît bike.

Endama lêjneya darayî, anî ziman, guherîna pere nabe sedema bilindbûna nirxa dînar, ji ber ku hinek tedbîrên jimêryarî hene ku divê ji aliyê banka navendî ve bên pêkanîn ku nirxa dînar cêgir bibe.

Çend roj in, di medyayê de tê gotin ku pereyê Iraqê dê bê guhertin û sifrên wê bên rakirin û nivîsên ser pereyan, dê bi kurdî jî bên nivîsandin.

Back to top button