Medyaya kurd nikare PKKyê rexne bike
Sernivîskar û xwedîyê rojnameya Tarafê Ahmet Altan, gotarek li ser medyaya tirk û kurd nivisand. Altan, medyaya tirk a navendî û ya kurd a navendî nirxand û rexne kir. Altan, di nivîsa xwe ya têkildar de, bal kişand ser medyaya kurd jî û got; PKK, çi bike bila bike, di medyaya kurd de nayê rexnekirin. Altan, di heman çarçoveyê de anî ziman ku herdu medya dişibin hev û nexweş in.
Beşek ji nirxandinên Altan, ku li ser medyaya navendî ya tirk û kurd nivisandî weha ye:
‘‘…Hûn jî dizanin medyayeke navendî ku baskê wê şikiyabe jî îro heye. Vê medyayê li hember artêşê û generalan ti carî nûçe nediweşandin. Rêvebirên vê medyayê, ti caran ji ber mizdanvanîya artêşê fedî nekirin. Ti carî nebûn xwedîyê hêzeke ku li dij wesayeta leşkerî derkevin. Ev yek wek şermekê jî nedîtin. Dîroka komarê, heba bê bi vê teslîmîyetê derbas bû. Îro hêz hatiye guhertin, lê nexweşî heman nexweşî ye.
Hêzên ku derûdora medyaya navendî girtine, îro hatiye guhertin lê nexweşîyên wê mane. Çawa ku medyaya navendî ya berê nikarî serokerkan rexne bike, ya îro jî nikare desthilatdarîyê û serokwezîr rexne bike. Li ser partîya desthilatdar nikare nûçeyeke rexneyî biweşîne. A berê leşker diheband û ya nû serokwezîr. Ango, meriv fêm dike ku hêzên nû yên medyayî jî naxwazin strûktûr bê guhertin, tenê dixwazin xwedîyê vê hêzê dest biguherîne…
Ev yek ne tenê ji bo medyaya tirk weha ye, herweha ji bo medyaya kurd jî wusa ye. Dema em berê xwe didin medyaya navendî ya kurdan, heman stûxwarî li wê derê jî heye. Bi ti awayî nikarin PKKyê rexne bikin. PKK, çi bike neke di medyaya navendî ya kurdan de ti rexneyek cîh nagre…. ‘‘
Rizgarî Online/Yado Ciwan