Polîtîk

Barzanî bi awayekî demkî dê serokatiya civata asayişê bike

Biryar e postê berpirsê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê bighe Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û postê rêveberê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê jî bighe Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Li dor berpirsiyariya civata asayişê de egereke bihêz heye ku berpirsyaretiya wê berpirsê niha yê Ajansa Parastina Kurdistanê Mesrûr Barzanî werbigre, lê belê hê berendamê YNKê bo serokatiya dezgeha asayişê yekalî nebûye.

 Roja 14.06.2011ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ragehandina qonaxa yekem a reforman de, amaje bi wê yekê da ku yasaya Civata Asayişa Herêma Kurdistanê û Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin û herdû yasa wek ”bingehê yekxistina yekcarî ya dezgahên asayişê li Herêma Kurdistanê li ser bingehekî yasayî bo zêdetir xizmetkirina welat û anîna asayişê ji  hevwelatiyan re” wesif kir.

Parlamentoya Kurdistanê herdû yasayên Civata Asayişa Herêma Kurdistanê jimare 4 a sala 2011ê di 02.05.2011ê de û yasaya Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê jimare 5 a sala 2011ê di 03.05.2011ê de pesend kirin. Lê belê heta niha bi tevahî ne diyar e dê kî serokatiya wan herdû dezgahan bike û ew yek jî ne diyar e ka herdû dezgahên asayişê dê kengî bi tevahî bên yekxistin kirin.

Derbarê vê mijarê de seroka Fraksyona Kurdistanî li parlamentoya Kurdistanê Sozan Şehab ji Rûdawê re got: ”Biryar e serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî demkî serokatiya civata asayişê bike û piştre ji bo serpereştîkirina wê civatê kesekî destnîşan bike.” Şehab wiha axifî: ”Tê çaverê kirin  Mesrûr Barzanî ku niha berpirsê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê ye bibe serpereştyarê civata asayişê.”

Li gor wê yasaya ku parlamentoya Kurdistanê pejirandî, Civata Asayişa Herêma Kurdistanê ji Dezgahê Asayişa Giştî, Rêveberiya Giştî ya Îstîxbarata Serbazî ser bi Wezareta Pêşmerge, Ajansa Parastinê (PDK) û Dezgaha Zanyarî (YNK) pêk tê û rasterast bi serokatiya herêma Kurdistanê ve girêdayî dibe.

Derheqê Dezgahê Asayişa Herêma Kurdistanê de jî ka gelo piştî yekxistinê kî dibe serokê wê, Sozan Şehab got: ”Ew post dighe kesekî YNKê, lê belê heta niha yekalî nebûye ka di nav YNKê de wê kî wî postî werbigre. Niha behsa navê dû kesan gelekî tê kirin, ew jî Celal Şêx Kerîm û Hakim Qadir in. Lê hê yekalî nebûye dê ji herdûyan kî wî postî werbigre.”

Back to top button