Talebanî çû Îranê
Duhî 24.06.2011ê êvariyeke direng, Celal Talebanî serokomarê Îraqa federal, bi serokatiya şandeyeke hikûmeta Îraqê, bi serdaneke fermê gihişte Îranê û li balefirgeha Mehirabad li Taranê ji aliyê Mihemed Elî Abadî serperiştkarê wezareta patrola Îranê, Mihemed Mecîd sefîrê Îraqê yê li Îranê û Hesen Kazimî berpirsê komîteya geşepêdana abûriya Îran-Îraqê ve hat pêşwazî kirin.
Serokomarê Îraqa federal bi mebesta beşdarîkirin di konferensa (binbirkirina terorîzmê li cîhanê) çû Îranê.
Konferensa (binbirkirina terorîzmê li cîhanê) dê îro 25.06.2011ê li Taranê, paytexta komara Îslamiya Îranê bi amade bpna serokên 6 welatan û nûnerên 6 welatên din dest bi kar û çalakiyêm xwe bike û dê du rojan dom bike.
Ji bo çavdêrên siyasî cîyê pirsê ye; ka gelo çima li balefirgehê li Taranê, serokomarê Îraqê Celal Talebanî ji aliyê mezine berprisên îranî ve neha pêşwaz kirin û li sewyeyek nizim hat pêşwazî kirin.