Polîtîk

Ocalan bi hatina Barzanî gelek dilxweşe

Li bernameyeke televizyona CNNTURK de Vahap Coşkun, Muhsin Kizilkaya, Ruşen Çakir behsa serdana Mesûd Barzanî ya Amedê kirin û her wiha peywendiyên Barzanî û Ocalan nirxandin.

Wahap Coşkun di derbarê peywendiyên Ocalan û Barzanî de got: Ocalan 6 meha Hezîranê de nameyeke taybet ji bo Barzanî şandibû û gelek methê wî kiribû û gotibû ez dizanim we gelek mafên Kurdan bi dest xistiye û ez bawer dikim hûnê bikaribin hemû mafên Kurdan bi dest bixin.

Her wiha Coşkun dibêje: Ocalan nameya xwe de gotibû hun bi tenê ne Serokê Başûrê Kurdistanê ne, belku hun Serokê her çar perçeyên Kurdistanê ne.

Ez wiha bawer dikim eger derfetek çêbibe û Ocalan biaxive wê xweşhaliya xwe ji bo serdana Mesûd Barzanî ya Diyarbekirê derbibre, ji ber ku ew baş dizane eve jî beşeke ji pêvajoya çareseriyê.

 

Back to top button