Li Fransayê pirsa kurd ket rojevê
Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li Fransyê, beşdarî di konferensekê de kir ku, bi hevahengî digel nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Parsê, ji aliyê Înestîtuta Fransayê bo karûbarên peywendiyên derve û peymangeha cîhanî a erebî a ser bi wezareta derve ya Fransayê ve hatibû amade kirin.
Di konferensê de çend mijarên girêdayî pirsa kurd yên weke; pirsa kur û cîyê wê li Rojhilata Navîn, rola kurdan li Îraqê, têkeliyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê, kirîza Suriyeyê û tesîra wê li ser herêmê û mijara tesîra pirsa kurd li ser rojeva herêmî û cîhanî, di çen panelên cuda de hatin minaqeşe kirin.
Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve gotarek pêşkeş kir û ew bi hûrgilî li ser peywendiyên diplomasîyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel welatên cîran û siyaseta vekiriya hikûmeta Kurdistanê li hember civaka navdewletî rawesta.
Mistefa di nava axaftina xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li hember wan destkeftiyên heta nuha di warên cuda de bidest xistine dilxweş e û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, zêdetir piştgiriyê li doza rewaya gelê Kurdistanê bikin.
Di konferensê de kesên şareza û pispor li ser pirs û doza gelê Kurdistanê û siayseta Rojhilata Navîn û şareza û pisporên siyaseta welatên Îran, Suriye û Tirkiyeyê amade bûn.
Dostê gelê kurd û wezîrê derve yê berê yê hikûmeta Fransayê Bernard Koşner panelek taybet bi rola herêma Kurdistanê di deverê de, pêşveçûna herêma Kurdistanê di warê aborî de û peywendiyên wê digel welatên cîran pêşkeş kir.