Polîtîk

Acar: Divê hemû gelê Kurd beşdarî serdana Barzanî bike

Ahmet Acar Peyvdarê Tevgera Demokratên Kurd li Bakûrê Kurdistanê di derbarê serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê de daxuyaniyeke taybet belavkir.

Acar di daxuyaniyê de dide zanîn ku serdana Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Amedê ji bo Kurdan pengaveke dîrokî ye. Lê mixabin li nava medya û torên civakî de ji aliyê PKK/BDP/Kemalist -Sol HDP hinek helmetên reşkirin û dijminatiyê destpêkirine. Diyare ku ew bûne lîstikvanên dagirkerên Kurdistanê û armanca wan ewe ku dijminatiyê li navbera Kurdan de şînbikin û dixwazin derz bixin nava yekîtiya Kurdan.

Her wiha Ahmet Acar dibêje: Bi taybetî daxuyaniya Ahmet Turk Parlementerê Mêrdînê ya li 12.11.2013 an de, di derbarê serdana Barzanî de cihê şermezariyê ye û ji ber ku dixwaze welatperwerên li nav BDP han bide ku dijî serdana Barzanî protestoyan bikin û amadekariya provakasyonên kur û bingehîn bikin.

Berdewamiya daxuyaniya xwe de Acar dibêje: Di serî de ez û hemû endamên Tevgera Demokratên Kurd ku nûnertiya wan dikîn, vê serdanê ji bo gelê Kurd gelek bi giranbiha dinirxînin û ji bo Kurdan serdaneke dîrokî dibînin û ji hemû gelê Kurd daxwaz dikîn ku beşdarî vê serdana birêz Barzanî bikin.

 

Back to top button