Obama û Romney li ser ekranên televizyonê wê bêne hember hev
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), pêşbirka serokatiyê di navbera serokdewletê Amerîkayê Barac Obama û namzetê Komarparêz Mitt Romney de, her roj hinekî din tansiyona hilbijartinê bilind dike. Obama û Romney, ji bo weşana zindî a televizyonê, ku di hilbijartinên Amerîkayê de cihekî girîng digre ev kevneşopiya, xwe amade dikin ku derkevine hemberî hev.
Niha ji hilbijartinên Amerêkayê a serokatiyê re 5 hefte mane. Obama û Romney, cara ewil li eyaleta Colerado, li bajarê Denverê wê bêne hemberî hev.
Barack Obama û Mitt Romney, ji bo hilbijartina 6ê Mijdarê a serokatiyê, li ser ekranên televizyonê wê du caran bêne hemberî hev. Rayagiştî a Amerîkayê, girîngiyeke pirr didin ev niqaşên li ser ekranan û ji ber vê jî, ji aliyê rayagiştî ve bi kelecan tê payîn. Tê texmîn kirin ku, 50 mîlyon kes niqaşên Obama û Romney temaşe bikin.
Li gorî anketên dawiyê, Barack Obama, her diçe li hemberî Mitt Romney ferqê zêde dike.