Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, bi sedema ku, di axaftineke xwe de, ji bo Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, peyva “faşîst” bikaranîye, ji wî re doza tezmînatê hatibû vekirin. Baydemîr doz wendakir û 50 hezar cezayê tezmînatê xwar. Niha ji bo ku karibe deynê xwe yê tezmînata Erdogan bide, xaniyê xwe difiroşe. 

Baydemîr, 24ê Kanuna 2009 an de, di axaftneka xwe de, bi hinceta, ji kesayeta Erdogan amanewî re heqaret kiriye û ew biçûk xistiye, 30 hezar lire, doza tezm3natê hatibû vekirin. Doz bi dawî bû û teva faîzê, deynê Baydemîr bûye 50 hezar lîre.

Serokwezîr Erdogan, bi rêya parêzerên xwe, heciz daye ser mehaniya Baydemîr. Tê îdiakirin ku, her meh 2 hezar lîre, ji ber vê tezmînatê, ji mehaniyê Baydemîr tê birîn. Di çapemeniyê de ev bûyerê cîh girt. Li ser vê Şaredar Baydemîr daxuyaniyêk da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, ew ê xaniyê xwe bifiroşe û ceayê tezmînatê bide.

Baydemîr wiha gotiye: A rast ev e ku, çêr, li hemberî neheqiyê serî hildaneke mirovahiye. Ez niha berdêla vê wek tezmînat didin. Dîsa jî min li hemberî vê stûyê xwe xawr netewandiye. Serokwezîr bi biryara dadgehê tezmînat qezenç kiriye. Heta qurişî dawiyê jî ez ê bidim.”     

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: