Cîhan

Obama û Erdogan: Pêwendiyek telefonî

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan li gel serokê Amerîka Obama bi telofonê kiset kir. Di vê pêwendiya telefonî de, Erdogan  behsa êrîşa Israîl ya dijê gemiyên Tirkiye kir û berfirehî malumat dan serokê Amerîka. Erdogan da xûyakirin ku ev pirsgirêkan peyda bûyî, ne tenê di navbera Tirkiye û Israilê de ye, ev navbera Israîl û 32 welatên din deye.

Herweha erdogan ji Obama daxwaza rakirina ambargoyê li ser herêma Gazayê jî kir. Li gora daxûyaniya Qesra Sipî dayî, Obama li gel Erdogan behsa kuştina 7 leşkerên ku li Iskenderunê hatibûn kiştin û behsa hevwelatiyên Tirkiye yên  gemiyê de ji aliyên leşkerên Israîl ve hatîn kuştin kir û xemginiya xwe da nîşandan. Herweha Obaha ji bo hevwelatiyên Tirkiye yên li Israîl girtî jî got ku, emê ji bo berdana wan û vegera wan alîkar bin.

Herweha Obama da xûyakirin ku, dive bê ku Israîl ewlehiya xwe bêxê tehlukê de bi awayekî  rê bide arîkariya insanî.ji bo devera Gazayê.

Back to top button