Polîtîk

NY: Topbaran kirina Kurdistanê şermezar dike

Nunerê NY yê li Îraqê Ad Milkert ragihand ku, NY bi awayeke cidî topbaran kirina Deverên Sînur yên Kurdistanê ji aliyê Artêşa Îran û Tirkiyeyê ve şeremezar û mehkûm dike.

Çavkanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, NY li hemebr destdirêjî kirina Îran û Tirkiye bo ser Sînurên Îraqê bifkare ji ber ku ev yek bin pê kirina Sînurên Navnetevî ya Îraqiye.

Milkert di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, peymana steratejîk ya di navbera Îraq û Amerîkayê de peymaneke di navbera dû dewletan de û ti bandoreke NY li ser vê peymanê tuneye lewre NY niha nikare ti helwîstek raber bike.

Nav hatî anî ziman ku, niha berpirsyartiya parastina Sînurên Îraqê erkê Amerîka û Îraqêye û li hember êrêşên ku li ser Deverên Sînur yên Kurdistanê jî ji aliyê welatên Cîran ve tên kirindewleta Bexdayê berpirsiyare.

 

(KTV)

Back to top button