Cîhan

Mela Kirêkar teslîmê Iraqê dikin

Oslo – Serok wezîrê Norwec diyar kir ku, ew li gel hikumeta Iraqê di nav danûstandinekî de ne, da ku Mela Kirêkar teslîmê Iraqê bikin.Eger hikumeta Iraqê demana jiyana Mela Kirêkar bide hikumeta Norvecî, dê ew Mela Kirêkar teslîmê Iraqê bikin.

Li gora nûçeya Rojnama VG ya Norvecî, serokwezîrê Norvec dibêje ku, Hêdî cihê Mela Kirêkar li welatê Norvec nemaye. Eger Iraq demanê bide ku, ew Kirêkar nakujin, dê di zûtirîn demê de wî rêbikin Iraqê.

Li ser vê daxûyaniya serokwezîrê Norvec Mela Kirêkar jî , ji medyayê re da xûyakirin ku, eger hikumeta Norvec wî teslîmê Iraqê bikin û ew bête kuştin, wê rêxistina Ensarulîsilam û Elqaîde tola wî ji hikumeta Norvec bistînin.

Mela Kirêka emîrê berê yê Ensarulîsilam bûye, li sala 1991 çûye welatê Norwec, sala 2003-ê Norwec biriyara derxistina wî daye û heta niha nikarîne bi zorê wî teslîmê Îraqê bikin, hebûna sizayê sêdaredanê yê ku li ser Kirêkar heyî dibe astenga herîm ezin.

Back to top button