Polîtîk

Bila Hikûmet Xwedî Li Aştiyê Derkeve

Li gor kurte raportekê ku di Rojnameya Taraf a Tirkî de hatiye belav kirin, reaksiyonên siyasetmedar, mafperwer û rewşenbîrên Kurd, derheqê girtina endamên grubên aştiyê de wiha ne:

Ahmet Turk: Pêvajoya ku giha xaleke wiha me xemgîn dike. Dil dixwest ev pêvajo baştir bê nirxandin. Van girtinan hêviya aştiyê li ba xelkê nehişt. Diyar e ku bi vê mantelîteya han nagihe tu cihan. Ligel vê pêvajoya bi jan, em dikarin aqilekî hevbeş derxin pêş. Ji hemû deman zêdetir pêwistiya me bi vêna heye. Pêwistiya me diyalogê heye. Ev mesele bi nêteke yekalî çareser nabe. Ji bo lihevhatineke civakî û aştiyê divê pêngavên dûalî bên avêtin.

Nivîskar Altan Tan: Berî hemû tiştekî divê Wezîrê Navxwe pêşî ji Kurdan û Tirkiyê hemûyî lêborîna xwe bixwaze û dest ji kar bikşîne. Herwiha ger Serokwezîr jî îstîfa bike tu pirsgirêk tune. Divê berpirsyariyeke vê vebûnê hebe ku bê serûber ket vê rewşê. Em nikarin wek qet tiştek nebûye tevbigerin. Serokwezîr diçe hilbijartinê. Bi Ayîn, Tirk-Îslam û Netewetiyê şovê dike. Li derve li Îsraîlê û li hundir li BDPê dide. Şaş difikire, vê carê gel vê savarê naxwe.

Serokê Baroya Diyarbekirê Emin Aktar: Darazeke ku berî heşt mehan tu hincet nedît û biryara vê carê ya girtinê ya heman darazê dibe ku bi pêvajoya şer ve girêdayî be. Tê wateya daxistina wê vebûna ku hikûmetê qet nikarî bide destpêkirin û ji aliyê darazê ve bê girtin. Xwiya ye ku di darazê de mudaxeleyek heye.

Serokê Baroya Şirnexê Nuşirevan Elçî: Ji bo însan bi rûmeta xwe bihatana divabû sererastkirin bihata kirin. Ev baryar, dê bivir li pêvajoya vebûnê bide. Li Tirkiyê xitimandineke siyasî heye. Daxwaza me berî zêdetir xwîn birje ev mesele bikeve ser rêya çareser kirinê.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekir Galip Ensarioglu: Hikûmet bi nêteke baş meşiya lê dawî xist ber însîyatîfa dadwer û dozgeran. Dema şer derkeve û mirin zêde bibe dê ev kar rawestiyana, divabû qet dest bi van karan nehata kirin. Hikûmet madem wê berpirsyaretî wernegre bila qet neketa van karan. Yê pêşeroja xwe ya siyasî nexe rîskê nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ez tevlî nerîna vebûn qediyaye nabim. Tirkiye nikare ji xala ku hatiyê vegere.

Cîgirê Serokê Grupa BDPê Bengî Yildiz: Birêz Serokkomar û Serokwezîr ragehandibûn ku ev vebûn ‘siyaseta dewletê’ ye. Dema polîtîkaya dewletê jî be, mirov digot bi awayekî demkurt û demdirêj hatiye plankirin. Lê dema em li pratîkê dinêrin tê xwiyakirin ku siyaseta dewletê ji çareseriyê re ne amade ye. Qada siyaseta legal bi tevahî hatiye xitimandin.

 

(Rudaw)

Back to top button