Asos Necîb serdana serok Barzanî bo Fransayê dinirxîne
Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê yek ji endamên şandeya digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê û Fransayê kirî bû. Ew di hevpeyvîneke xwe ya digel rojnameya Xebat de behsa serdan serok Barzanî û şandeya pê ra ya bo Fransayê dike û dibêje ku serdna serok Barzanî bo Fransayê gelek serketî bû û ew pêşwaziya ji aliyê serok Sakozî, wezîrê derveyê Fransayê û berpirsên din yên fransî li serokê Kurdistanê hatî kirin weke ya serokên welatên serbixwe bû.
Wezîra kar û karûbarên civakî di hevpeyvîna xwe de dêbêje:
– Civîna serok Barzanî û serok Sarkozî gelek berhemdar bû. di civînê de serok Sarkozî li ser rewaş herêma Kurdistanê gelek pirs ji serok Barzanî kirin û serokêî herêma Kurdistanê bi zelalî bersiva hemû pirsên serokê Fransayê da. Serok Sarkozî hindek zaniyarî li ser herêma Kurdistanê hebû, lê piştî civîna bi serok Barzanî re bi awayekî gelek baş û zelal li ser rewaş herêma Kurdistanê a di hemû waran de, bi taybetî di warê emin, asayîş û aramiyê de haydarî bû.
– Ji bo serok Sarkozî rewşa mesîhiyên li herêma Kurdistanê û ew malbatên mesîhiyan yên ji deverên din yên Îraqê ji ber şidet û tirsa terorê hatîne herêma Kurdistanê gelek giring bû. Serokê Fransayê sipasiya serokê herêma Kurdistanê kir û ew gelek dilxweş bû ku rewşa mesîhiyan li herêma Kurdistanê gelek başr û hevkarî û alîkariyeke baş ji wan re tî pêşkeş kirin.
– Serok Sarkozî û Bernard Koşner wezîrê derveyê Fransayê gelek cara di hevdîtinan de tekîr li ser wê yekê kir ku dostên gelê kurd in û amadene hemû hevkariyan bi herêma Kurdistanê re bikin.
– Xala gelek girin di vê serdanê de îmzakirna peymana hevakariyê di navbera herêma Kurdistanê û Fransayê de bû ku ji aliyê serok Barzanî û Bernard Koşner wezîrê derveyê Fransayê ve hat îmaza kirin. Li gor vê peymana hevkariyê di demeke nêzîk de dê şirket û kompaniyên mezin yên fransî serdana herêma Kurdistanê bikin û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma kurdistanê û Îraqê de bikin.
– Serok Sarkozî û berpirsên din yên fransî li hember wê azadî û demokrasiya li herêma Kurdistanê heye sersam bûn. Ew gelek bi wê yekê kêfxweş bûn ku bernameyê serokê Kurdistanê û yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li demokrasiyî û azadiyê dike. Ji bo wan gelek giring bû kul i herêma Kurdistanê konseya bala ya jinan heye.
– Min bi xwe jî gelek berpirsên fransî dîtin û serdana gelek cîyan kir. Ez bi wezîrê kar û kar û karûbarên civakî yê hikûmeta Fransayê ra civiyam. Min digel wezîrê edaletê yê hikûmeta Fransayê serdana zîndana Florîna kir.
Hêjayîe bê gotin ku Asos Necîb wezîra kar û karûberên civakî bi kincên kurdî beşdarî civînê fermî yên digel serok Sarkozî û Bernard Koşner bû.