
Li gor nûçeyeke ajansa WPLNNEWS ya Amerikî ku ji aliyê rojnamevan AMBRIEHL CRUTCHFIELD ve hatiye nivîsandin, keça Kurd Nuvîn Berwarî ku Nûnera Red Arrow Gallery a li Nashwille yê ye behsa xebatên xwe yên pêşangehên li derveyê hol û salonan dike.
Hunermenda Kurd Berwarî dide zanîn ku çavkaniya hunera wê çand û kultura Kurd û Kurdistanê ye û dibêje: Dema ku ez bikaribim beşek ji qûmaş û mehfûr û xalîçeyên Kurdî û çîroka wan vedijênim ez hestpê dikim ku ew beşeke biçûkên Kurdistanê ne vejiyane.
Her wiha dide zanîn ku Kovid 19 her çende astengiya pêşangehê ji bo wan çêkiribe jî, lê xebata wan her li mal berdewame.