Polîtîk

Nûnerê nû yê Kurdistanê li Swêdê hate eşkere kirin

Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Hikumeta Herêma Kurdistanê nûnerekî nû li welatê Swêd destnîşan kiriye.

Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumetê balkişand li ser wê yekê ku bi fermana Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê li 18-11-2013 biryar daye ku Şoreş Qadir Rehîm wekî nûnerê nû yê Hikumeta Herêma Kurdistanê li welatê Swêd li ser Fermangeha Peywendiyên Derve bê damezrandin.

Wekî ku tê zanîn berê jî Hêrîş Xule Ezîz Ferhan nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê ya li Swêdê bû û hêjayî gotinêye ku nûneratiya 27 welatan li Herêma Kurdistanê heye, Herêma Kurdistanê jî li 14 welatan nûnertiya xwe vekiriye.

Back to top button