Kultur

Xwendekaran serdana Dîwana Serokayetiya Kurdistanê kirin

Berî nîvroya îro pênçşem 28/11/2013 birêz Fuad Hussein Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li avahiya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya kadirên îdarî û komek ji xwendekarên xwendingeha Twana kir ku taybete bi xwendina wan xwendekarên li welatên Ewrupa û Amerîka û derve bi salane xwendine û niha jî vegeriyane li nav malbatên xwe yên Herêma Kurdistanê. 

Li destpêka hevdîtinê de ji aliyê Birêveberê Xwendingehê ve bi kurtî di derbarê raman û armanca vê serdanê û ezmûna wan axaftinek pêşkêş kir. 

Ji aliyê xwe ve Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi vê serdanê nîşanda û li axaftina xwe de spasiya amadebûna wan û ji bo avêtina van hengavan kir. Her wiha dûpat li ser dakokîkirina daxwaziyên wan kir û ronahî kir ku pêwîste wekî tak û wekî grûp rêz li hest û hêviya wan xwendekaran bê girtin û cûreyek hevsengî li navbera çanda Kurdistanê û welatên ku ew têda jiyane dirust bikin ku bikarin rewşeke guncaw ji bo jiyan û xwendina wan ya li Kurdistanê pêkbînin.

Li dawiya hevdîtinê de dergeha pirsiyar û bersîvan li navbera Serokê Dîwan û Xwendekaran de hate vekirin û çendîn têbînî li vî warî de xistin rû. Her wiha mamosta û xwendekar jî ji vê serdanê gelek xweşhal bûn.

 

Back to top button