PolîtîkRojev

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî serdana Nûnertiya ENKSê kir

Roja 15ê sibata 2022an, Konk ko Joy berpirsê rewşa siyasî di şanda Neteweyên Yekbûyî de serdan bargeha nûnertiya Herêma kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir .

Ev şanda NY ji aliyê Hesen Derwîş ،Newaf Reşîd û Raman Mela, Ebdulezîz Welîka ve hate pêşwazîkirin bi amadebûna ,Kamîran Haco ” Berpirsê ofîsa pewendiyên derve ya ENKS ê û Ibrahîm Biro . Di vê hevdîtinê de babet û mijarên giring têde hatin gotûbêjkirin..

Her du aliyan di hevdîtinê de ser pêşveçûnên dawî yên Siyasî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gengeşekirin…

Û di derbarê vê hevdîtinê de endamên nûnerê behsa pirsgirêk û azarên penaberên Sûriyê yên li Herêma kurdistanê di warê perwerde, tendirûstî, xizmetguzarî, û aborî de kirin û pêwîstiya bi hewldan û alîkariya penaberan bi awayekî baştir ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve ..

Û herwiha bîrnameyek radestî şanda nûnertiya Neteweyên Yekgirtî hate kirin ku têde pirsgirêkên penaberan Sûriyê yên li Herêma kurdistanê dimînin …

Back to top button