Li himber hemû astengiyan ENKS li rojavayê Kurdistanê hewldide ku çalakiyên xwe li darbêxe û kar û xebata xwe berdewam bike.Di çerçova kar û çalakiyan de, di roja duşemê 14.2.2022an de, xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê xelekek gotûbêjê li ser avahî û karên Encûmena Niştimanî li baregeha xwecihiyê li bajarê Tirbespiyê lidarxist.
Herwiha gotûbêj li ser van çend xalên girîng bû :
1-Pêkhatin û pêkhateya niha ya Encûmenê û şiyana wê ya cîbicîkirina erkên ku jê re hatine destnîşankirin.
2-Nirxandina endamtiya encumenê di hevbendiyê de, û pêwîstiya mayîna wê.
3-Nirxandina peywendiyên encûmenê bi Herêma Kurdistana Iraqê re, û gelo ew kariye sûdê ji piştgiriya wan werbigire.
4-Nêrîna encûmenê di çarçoveyek rêxistinî ya sazî û bi bandor de û çi mekanîzmayên guncaw ji bo pêşvebirina encûmenê hene.
Herwiha mêhvanên beşdar li ser xalên ku di xelekê de, hatin behis kirin, xwedî nerîn û gotûbêjên giranbuha,û têbînî bûn.
Di dawiyê de, serokê xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî dilxweşiya xwe anî ziman ji bo amadebûnan û têbîniyên wan ên bi nirx.