Peyvdarê YNKê derbarê biryara kontirolkirina neft û xaza Herêmê de wiha got: Mafên desturî yê Herêma Kurdistanê li ber çavan bê girtin.
Peyvdarê fermî yê YNKê Emîn Baba Şêx îro roja çarşemê 16-2-2022`an derbarê biryara dadgeha federalê ya bilind a Êraqê de ku di barê yasaya neft û xazê Herêma kurdistanê de belavoke weşandin û tê de wiha got: Ji bilî parastina pirensîpên destura Êraqê, pêwîstbû ku dadgeha federlaê ya bilind mafên desturî ya Herêma Kurdistanê jî li ber çavan re derbas bikire ye.
Dibaya wek erk û girîngiya vê qonaxê, bîr li çareserkirina kêşeyên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de mane bihata kirin. Piştî pêkanîna hikûmeta federalê ya nû û pişt bi desturê bê kirin.
Ji hemû aliyan daxwaz dikin ku bila destur neya binpêkirin, Ji bona derbaskirina proseya siyasî di mijara yasay neftê û xazê û hemû mijarên çarenûsaz ên din, pêwîste naverokên desturê bê bi cih anîn tako sîstema federalê bê parastin û proseya siyasî di Êraqê de biserkefe. Ji ber wê jî, em ji hemû aliyan daxwaz dikin ku kêşe û arayîşeyên heyî bi riya jihevtêghîştin ên siyasî û diyalogê çareser bikin.
Emîn Baba Şêx
Peyvdarê fermî yê YNKê