James Franklin Jeffrey Nûnerê Taybetê Amerîka yê Karubarê Sûriyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê civiya.
Neşet Zaza Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye ragihand: “Îro yekşem James Franklin Jeffrey Nûnerê Taybetê Amerîka yê Karubarê Sûriyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel her du aliyên Rojavayê Kurdistanê guftûgo dike û guhertinên vê dawiyê yên peywendiyên ENKS û PYD dinirxîne ku rêkarek ji bo rêkeftineke bingehîn bê danîn.
James Franklin Jeffrey li Hesekê li gel Encûmena Niştmaniya Kurd li Sûriye – ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd li Sûriye civiya.
Li gor zanyariyan James Jeffreyî piştevaniya Hikûmeta welatê xwe ya ji bo danustandina Kurdî – Kurdî dike.
Biryare sibê James Jeffrey serdana Hewlêra paytexta Kurdistanê bike û li gel Serok Barzanî civînek encam bide.