
Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê geşbîniya xwe li hevdû nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê nîşanda.
Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê Karubarê Iraqê li hevpeyvîneke rojnamevaniyê da ragihand, hilbijartina pêşwext ji bo Iraqê gelek girînge, ji bo wê yekê pêwîste bi awayeke pak û bi bê destêwerdan prose birêvebiçê, eve jî dibê hengavek ji bo bi cîhanîna daxwaziyên xwepêşanderan.
Di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî Jeanine Plasschaert got: Em teşwiq û hana her du aliyan didîn ku bi rêya guftûgoyê li ser tevahiya kêşeyên helawestî yên di navbera Bexda û Hewlêrê li ser bingeha destûrê bikin, danûstandin jî berdewamin, em jî gelek bextewerîn li giyanê hevkariyê û hevdû têgihiştin li navbera wan de pêkhatiye.