Cîhan

Nûneratiyên 18 welatan bi fermî li Kurdistanê hene

Felah Mistefa di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî eşkere kir ki het aniha 18 welatên hermî, erebî û cîhanî nûneratiyênxwe yên diplomasî û bazirganî li herêma Kuridtanê vekirine.

Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Ji ber ku bizabeke xurt û berfireh ya bazirganiyê li herêma Kurdistanê heye û ji ber rewûa ram û bi îstîqrara herêma Kurdistanê, em pêbînî dikin ku hijmara nûneratiyên welatên biyanî li herêma kurdistanê bi awayekî ber bi çav zêde bibin. Çimkî her yek ji welatên Urdin, Lîbiya, Romaniya, Belerusiya, Xirvatistan, Gorcistan, Libnan û Berazîlê jî amadeya xwe diyar kiriye ku ofîs û nûneratiyên xwe yên diplomasî li herêma Kurdistanê vekin. Herwesa hewildan tên kirin ku Amerîka û Îspaniya jî sewiya nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê bilind bikin.

Mistefa got ku zêdebûna berdewam ya hijmara konsolxaneyên biyanî li herêma Kurdistanê nîşana siyaseta serkeftiya hikûmeta herêma Kurdistanê ye û ev yek bi destkeftiyekî giring wesif kir.

Herwesa berpirsê têkeliyên derve got ku hebûna ofîs û nûneratiyên diplomasî û bazirganiyên biyanî dê bibe rêxweûker ku şirket û kompaniyên biyanî qesta herêma Kurdistanê bikin û pirojeyên xizmetgozarî li herêma Kurdistanê encam bidin ku ev yek jî dê alîkariya avakirina jêrxaniya abûriya herêma Kurdistanê bike.

Bi vî awayê li jêr welatên biyanî nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê hene:

– Konsolxaneyên gişt

1- Komara Rusiya Federal
2- Komara Îslamiya Îranê
3- Kmara Fransayê
4- Komara Elmaniya Federal
5- Komara Tirkiye
6- Îngilistan

– Konsolxane

1- Komara Misirê
2- Swêd- ji aliyê konsolosekî fexrîve tê birêvebirin
3- Holenda-bi awayekî berwext ji aliyê sefaretxaneya Holendayê y ali Bexdayê ve tê birêvebirin, tê çaverî kirin ku di van rojên nêzîk de berpirsek jê re bê destnîşan kirin.

– Ofîsên ser bi sefaretxaneyan ve

1- Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê ku biryare bibe konsolxane.
2- Koreya Başûr

– Ofîsên koordînatoriyê û bazirganiyê

1- Yonanistan (ofîsa bazirganiy)
2- Austirya (ofîsa bazirganiy)
3- Komara Çekê (Ofîsa koordînatoriyê)
4- Îtaliya (ofîsa koordînatoriyê) biryare bibe konsolxane

– Konsolsoê fexrî

1- Îspaniya
2- Japoniya
3- Danîmark

Back to top button