Nûnera Xristiyana: Destûrê Iraqê bê guhertin divê mafên me parastî bin
Xristiyanên Iraqê û Herêma Kurdistanê daxwaz dikin di proseya guhertina destûrê Iraqê de mafên wan parastî bin.
Paralamentera Kurdistanê û Nûnera Xristiyanan Rubeyna Tiyarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwepêşandanên Iraqê bandora xwe kirine li ser pêkhateya Xristiyan û Xristiyan jî di wan xwepêşandanan de beşdar in, ji ber ku ew xwepêşandan ji bo daxwaza mafên medenî û yasayî ne.”
Derbarê guhertina destûrê Iraqê, Rubeyna Tiyarî wiha got: “Pêwîst e di guhertina destûr de mafê hemû pêkhateyan parastî be, di nav de jî mafê Xristiyanan.”
Di projeyasaya yasaya hilbijartinan de, biryar e tenê 5 parlamenterên Xristiyan di parlamentoya Iraqê de hebin, lê nûnera Xristiyanan dibêje: “Daxwaza me ji 5 zêdetir e û em nikarin tenê bi 5 parlemanteran wek pêwîst kar bikin û mafên xwe bidestve bînin, lewma em niha hewl didin wê hejmarê zêde bikin.”