Hewldanên Nêçîrvan Barzanî ji bo yekrêziya Kurda berdewamin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya yekxîstina helwesta partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li beramberî guhertinên li Iraqê de îro serdana Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir.
Hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekxistina helwesta wan li bermaberî guhertin û buyerên Iraqê berdewam in.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya vê armancê piştî ku duh li Silêmaniyê ligel berpirsên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanş (YNK) û Tevgera Goranê civiya îro Çarşemê (27.11.2019) li Hewlêrê li gel Emîrê Komela Islamî û ligel polîtbûroya PDKê civiya.
Peyamnêrê Rûdawê li Hewlêrê Senger Ebdurahman ragihand, ku civînên serokê Herêma Kurdistanê bo dirustkirina hevdengî û hevahingiya navbera partiyên Kurdistanî, saet 11.00 gihîşt offîsa Emîrê Komela Islamî û ji aliyê wî ve hat pêşwazîkirin û piştî civîna wî li gel Elî Bapîr bidawî bû berê xwe de baregeha Polîbîroya PDKê û ji aliyê Sekretêrê polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ve pêşwazî lê hat kirin.
Di civînê de behsa yekrêziya aliyên siyasî li Bexdayê û rewşa Iraqê hate kirin.
Senger Ebdurahman da zanîn kuNêçîrvan Barzanî dixwaze Serokatiya Herêma Kurdistanê bike sîwanek bo komkirina hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê.
Civînên Serokê Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û biryar e ku di demên bê de li gel Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê û aliyê din jî bicive .
Armanc ji civînên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yekxistina helwesta wan li bermaberî guhertin û buyerên Iraqê de û herwiha gotûbêjkirina civîna 12 aliyan ku 18 mehê li mala Emar Hekîm birêve çûbû.
Nêçîrvan Barzanî bi heman armancê û asayîkirina peywendiyên di navbera Goran û YNKê duh Sêşemê serdana bajarê Silêmaniyê kiribû û ligel berpirsên herdu aliyên navborî civiyabû.