Nivîsar

Nûkirin ji mejî destpêdike!

Belkî jî, kêmasiya me ya mezin ewe ku, kesayet û rewşenbîrên hûrgiliyên qonaxa ku em têre derbas dibin bibînin gelekî kêmin …

Dara Bilek

Gelek cara dema aliyên siyasî têne rexnekirin, behsa guhertina yan jî nûkirinekî tê kirin. Piranî ev herdu gotin dema aliyên siyasî dikevin deravik teng de dikeve rojeva gotubêja de. 

Li bakurê Kurdistanê Tevgera Azadixwaz a Kurd pêvajoyek dijwar re derbas dibe,Gelo li vê derê  tişta ku mirov nabîne ê tu cara nayê nirxandin çiye? Ev xal gelekî girîng e û divê di vê xala weşartî û nayê rojeva siyasî de gotubêj bêne destpêkirin.

Dema li bakurê Welat behsa Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê tê kirin, tenê rêxistinên siyasî yanî partîyên Kurda yan jî aliyên li ser navê Kurda tevdigerin têne nirxandin. Lê di vê mijarê de gerek behsa tevahiya Kurda bê kirin. Ev yek gelek bi zanebûn nahêlin bikeve rojevê. Ji ber ku, PKKê çerçovek siyasî pêkaniye û mixabin herkes di vê çerçoveyê de nirxandina dike,heta rexnekirina PKKê bi xwe jî di vê çerçoveyê de tê gotubêj kirin. Siyaseta ku, PKKê afirandî du alî peyda kirine. Li gora wan yan divê tu pişgirê PKKê bî,yan jî xayinî.

PKK û partiyên ku di qada legal de çêkirîn bandora wan li ser Kurda gelek heye. Piraniya dezgehên sivîl di kontrola wan de dixebitin. Yanî bi kurtahî hegemonya PKKê heye û ev yek dibe sedemê ku, kurd nikarin li ser xetek netewî pêşîya xwe bibînin û hestên netewî aloz dibin.

Partî û rêxistinên ji derveyê PKKê,di tevgera xwe de ne gelek azadin û piraniya wan ji bo destxistina parlementerekî yan jî serokatiya şeredariyekî xwe nêzikî siyaseta PKKê dikin. Partiyek yan jî aliyek ku, hewlbide xwe nêzikî  siyaseta PKKê neke jî gelekî bê bandor dimîne û pêşve naçe.

Gerek li bakurê Kurdistanê kar û xebatek berbiçav bê kirin daku hestên netewî pêşbikeve. Gerek ji bo Kurda netewiyet li pêşîya hemû cureyên îdeolojik be.

Dema siyaset pêşiya xwe nebîne ji bo çareseriyê piranî behsa nûkirin û guhertinê tê kirin. Tu cara guhertin yan jî nûkirina şeklî rêya di siyasetê de xetimî venake. Tênê wek demikî mimkine rihetiyekî peyda dike.

Pêwiste veca li bakurê Kurdistanê mirov pêşiya xwe bibîne û xeleka zincîra ku li pêşiya siyasetê girtî û nahêle hestên netewî pêşbikeve bê şkênandin. Veca ji bo vê jî gerek mirov berê xwe bide civata Kurd bi xwe, rewşa heyî û tehrîbatên di civakê de bi navê kurdeyatiyê hatîn kirin baş bê dîtin.

Guhertin û nûkirin ji zihniyetê de tê kirin, guhertina kesan û nûkirina şîaran tiştekî li gel xwe nayne. Gerek xetimandina ku di rêya siyasetê de heyî baş bê dîtin û bê vekirin ku, her tişt bi avayê pşwîst bikaribe di rêya xwe de here û av biherike.

Ji bo vê tişta ku bê kirin hesaniye, mirov serê xwe hilde û berê xwe bide civaka Kurd û li gora vê nirxandin û şiroveya bike, dê rastiya heyî bê dîtin û herweha dê mirov bizanibe çi pêwîste bê kirin.

Belkî jî, kêmasiya me ya mezin ewe ku, kesayet û rewşenbîrên hûrgiliyên qonaxa ku em têre derbas dibin bibînin gelekî kêmin û yên têdigihin jî xwe dane aliyekî û ji dûrve pirsgirêkan dinirxînin û xwe nêzik ruhê tevgerê nakin.

15.7.2023

Back to top button