Kultur

Nûdemê Labîrenta cinan ji nû ve derxist

Gelo mirovek civatekê diguhure an jî civatek mirovekî diguhere û wek xwe dike? Hesenê Metê di Labîrenta cinan de bi vê pirsa felsefî xwendevanan radikişîne cîhana fikrê û dubendiyên jiyanê radixe ber çavan. Mamoste Kevanotê ku nîşana ronahiyê ye, bi şewq û hêviya guhertina civateke tarî berê xwe dide gundekî kurdan, lê piştî demekê ew di bin pirsên giran de diçe xwarê û noqî labîrentekê dibe; labîrenteke ku gelek ji me tê de vedigevizin. 

Realizm û surrealîzma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî û em pê dizanin gelekî cuda ye. Û xwe disipêre deverinên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jî dûrtir e, ev surrealîzmeke xas û a nivîskar bi xwe ye.

Pakize Barişta (Yeni Aktüel)

Labîrenta Cinan yek ji wan nimûneyên herî baş a romana kurdî ye. Di hunera romanê de, pirsa dûrketina ji xwe gelek hatiye bi kar hanîn, Lê hêjayiya xwendina vê roamanê ew e ku ji perspektîveke din ve û ji hêla hundur ve jî meriv dikane li meseleyan mêze bike û vejîne. 

Kemal Varol (Radikal)

Romana Labîrenta Cinan nîşan dide ku civakek weke aşekî dikare gelek bi fesal û bi pergal mirovan hêdî hêdî bihêre, bike pînekî û bavêje alîkî. 

Rohat Alakom (Nûdem)

Hesenê Metê

Labîrenta cinan, 228 rûpel

Weşanên Nûdemê

 

Kitêbên Nûdemê bi riya şîrketa belavkirinê Alfayê tê belavkirin û li ba piraniya kitêbfiroşên Tirkiyê peyda dibin. 

Back to top button