Nivîsar

Ziman kilîta azadiyê ye..

Mîfeke kevn, a cihûyan, divêje:piştî sêlafa (tofan) mezin, ya dinyayê, merî dicivin û biryar digirin Babelonê da hêlaneke ûsa çêkin, bilindiya kîjanî bigihêje ezmana, ango, bigihêje Xwedê. Xwedê hêrs dikeve ser wan, û qirar dide van mirovan ceza bike û zimanê wan tevlihev dike, ku hevdu fehmnekin, û gavên bê tirs, ên bi vî rengî, êdî heq nedin xwe.

Dû vê yekê ra merî bi zimanên cuda-cuda dipeyivin û hevdu tênagihên û belayî her aliyê cîhanê dibin.

Ev şîroveya çêbûn û pêşdahatina zimana, ya ne zanyarî ye, lê wateyeke kûr tê da heye: Berê-berda milet girîngiyeke mezin daye rola zimên di jiyana mirov da.

 

Bi qurna miletê kurd şerê berxwedanê daye himber dijminên çavbixwîn, wek ereb, ecem, turk, ku em talan kirine, kuştine û xwastine qira me bînin.Lê em jiyane, em dijîn û emê her bijîn ber ku me ziman û zargotina xwe, ya bêserûbin, bêwestan parastiye û tim hizkiriye, ewan jî em gîhandine heta rojên îroyîn.

Di riya dijwar, a miletê kurd da, dijmina her tişt, bi zor, ji me biriye:axa me, rehetiya me, pirozyên me, nanê me.Tiştek nikarîbûne hildin, ew jî zimanê me ye, kîjan qalibê fikir, raman û her waha, ruhê miletê me ye.Eger em zimanê xwe undakin, ewê bibe xiyaneteke mezin himber dîrokê, himber pêşeroja me, himber emekê kal û bavan, himber şîrê helal, ê dayikên me.

Ziman berê ewlîn di malbata da fêr dibin.Dû ra mekteban da kar dikeve ser milê mamostên zimen.Ca, mecbûryeteke pîroz, pêwiste zarok fêrî wî zimanî be, bi kîjanî mezinên wan axifîne, bi wî zimanî nêrînên xwe bîne ziman û wî zimanî di her deqê rojane da bi kar bîne., , , ,

Zimanên turkî, erebî, farsî wê qewatê û jiyana ruhetiye nade zarokê, çi ku zarok dikare ji bedena zimanê dayikê hilde.

“Eger zimanek, bi kîjanî destpêkê da zarok diaxive, dijberî xisûsyetê miletiyê, yê zikmakiyê ye, ew ziman tucar nikare bandoreke bi qewat li ser pêşvaçûyîna ruhetiyê, ya zarokê bike, nikare bikeve nava ruh u xwîna wî û tucar nikare şaxvede”-K.Usinski, zimanzanê rûsî.

Tu malê dinyayê nikare dewsa zimên bigire.

 

ZIMAN E ALA MILETIYÊ, EW E, KU DIVÊJE MILET HEYE, MILET DIJÎ. .Loma jî nebese tenê welatparêz bî, gotî hinek jî zimanhez bî.

Dîroknas û zimanzanekî eyan gotiye: “Dirokê îzbat kiriye, ku miletek, ê bindest, bêpar û zêrandî li zimanê xwe xwedî derkeve, KILÎTA AZADIYÊ di destê wê da heye”.

Loma jî her kurdekî dilsoz, berî, ku fêrî zimanên mayin be, berê ewlîn, gerek zimanê diya xwe baş bizanibe.

Kî qîmetê nede zimanê xwe, ew koka xwe binpê dike, ew bêrûmetiye pêşiyê himber xwe, ça şexs, paşê himber dayîk û bavan. Kompleksa qûltiyê û kêmendamyê bi wan ra heye .Kurdên vi awayî tirsonekin, bê karekterin û ne xwedî fikirên saxlemin û dijmin henekên xwe bi wan dikin. 

Biborînin, hilbet şertên jiyanê em kirine vê roje, lê dîsa jî na, gerek pozê me bişewite, em xwe bidin zorê û wî barê, ku qet nayê kişandin, ji ser xwe bavêjin.

Ji bo, ku fêrî zimên bî, pêwîste jê hiz bikî, ji bo, ku jê hiz bikî, pêwîste nas bikî. Ji bo baş nas bikî, tenê kitêb ne bes in, gerek dîroka zimên, riya têra derbazbûye, halê nuha bigirî ber çevan.

Gotineke xweş, ya kurdan heye, divê “Biyaniyê, ku bi zimanê min dipeyve di ber dilê min da hê ezîze, ne ku hemwelatiyê min, ku zimanê xwe nizane”.

Min rojnama “Rûdaw”-ê, ya hejmara 45-da, hevpeyvîna bi birêz Mahir Kaynak ra xwand û ez zor pê êşiyam.Ew hewl dide îzbatke, ku „perwerdeya bi kurdî ne di feyda kurda da ye.Lê di jiyana rojane da dikarin zimanê xwe bi kar bînin.“ Her çi be, birêz Kaynak ser serê kurdan lo-lo, lo-lo dixwîne.Viraye, ku divêjin “were, tu vî aqilî binihêre”

Em divêjin-Na, ji xwe ji 100-i 80% peyvên tirkî, yen erebî, farsî û kurdî ne. Rojhilatnasê alman Wagner hela di qurna 19-da nivîsye.-“turka sitranên kurda, nimûnên zargotina wan wergerandine turkî û xwe helal kirine”,-Wagner M. “Reise nach Persien und länden der kurden”, 1852. 

Em dîroka xwe rast nas dikin û em zanin çi qewat di me da heye.Kurd yek ji kevntirîn miletê Rojhilata Navin in.-” Çawa xweyê tiradîsyona zanyariya sincî û zengîn, kurda kedeke mezin kirine dîroka pêşvaçûna rewşenbîrya (kultura) miletê Asiya Navîn û şaristaniya cîhane”.M.Lazarev.

Akademik N.Mar dinivîse.-“Êl û eşîrên kurda, çawa berê, usa jî vê gavê, faktoreke serxwene, qewateke mexluqetiyê û ronekbiriyê li wane”.Kilîta vê pirsê N. Mar digot, di zargotina kurda, ya zengîn da, govend û dîroka wan da bigerin.

Çevkanî-“zargotina kurda 1”, Ordîxanê Celîl,Celîlê Celîl

Ruhê miletê me zimanê meye.Her peyveke kurdî parçek ji wî ruhî ye.Telî-tengasî, derd û kul,eş û azar ûsa jî, şayî, xewn û xeyal û her waha êvîna me, tev di wan peyvên me da na.

Vêga li Bakurê Kurdistanê karên mezin (konferans, semînar, dersên zimanê kurdî) tên organîzekirinê. Biryarên curbicur tên girtinê ji bo fêrbûna zimanê kurdî, lê gelo çiqas ew biryar di jiyanê da ciyê xwe digirin, nizanim.a girîng ew e, ku ew ser kaxiza nemînin, le belê, bikevin piraktîkê. Biborînin, ez şikber û dudilim.Gava yek dixwaze guhartinan, an jî şoreşê bike, pêwîste berê ewlin ji xwe destpêbike.Havîna 2010-an ez li Amedê bûm. Min serdana şaredariyê û kir. Ecêbeke reşe giran, tunebû yek, ku bi kurdî bipeyve.Serê min mezin bû, dilê min hat biteqe, fikirim, -eger evana hane, îjar em çi ji milet bixwazin?.Çira ça bû, malavano?, ez bawer nakim, ku zikê we yê bêş e, eger hûn, qe nebe, nav xweda bi kurdî deng bikin. 

Birêz Adil Zozanî dinivîse, ku bernameyên televîzyona “Gün”(li Diyarbekirê, tam di nav dilê kurdan da tê weşandin), ji 100-i 80% bi kurdî ye.Ev ne rast e.Ez divêm belkî ji 100-i 20% jî ne kurdî be.Tenê klîp bi kurdî tên weşandin.Kartonên zarokan bi turkî dikin guhê zarokên kurd.Eva malxiravî ye. Îjar çi pêwendîyê vê televîzyonê bi kurdî va heye? Tenê navê wê -“GÜN”, êdî her tiştî divêje, şîrove pêwîst nîne. Herin bi çevê xwe bivînin û bi guhê xwe bibihîzin.Eger ne rast bim, hazirim lêborînê ji hevalan bixwazim.

Di konferansa “çand-huner û Wêjeya kurd”, ya 11-12 qanûne 2010-da, min jî cî girtibû. Mêvanên konferansê ji her parçên Kurdistanê û heta ji Ermenistan û Gurcistanê hatibûn Diyarbekir.

Kê çi ji konferansê bi xwe ra bir, nizanim, lê bi dîtina min tiştekî baş bû,ku ew ji serî heta dawiyê bi kurdî qedya. 

Dû konferansê ez nêzîkî berpirsekî bûm û min jê ra got.-hûn alîkîva kurdayetiyê dikin (zimanê kurdî, mektebên kurdî…), ji hêla din va jî mala kurdan tê wêrankirin.

Ecêbmayî ma û pirsî.-Ça? Min got.-Ma, hûn navînin, wekî GÜN TV jehra tirkaye, serkeftî milet asîmîle dike? Yan zimanê we bikin kurdî, yan jî.qe nebe boykot bikin. Got – Em nikarin, nahêlin.

Rewşa zimên li AVROPAYÊ jî ne baş e.Hemû navendên kurdên Bakurê Kurdistanê karên xwe bi turkî dikin.Tê bîra min kurdeke Kurdistana başûrê rojava bi mêrekî bakurî va, ku bi xwe rêvebirê komela kurdî, ya PSK-bû,zewicîbû. Evê jinê peyvek turkî nizanîbû. Piştî salekê min ew jin dît .Ewê kurdiya xwe, ya delal tam bîr kiribû û bi turkî dikir bile-bil.Min nizanîbû bigirîm an bikenim!

E, mala we ava be, li Avropayê jî xwe turk zorê nadin we.We çi tiştekî baş turka da ditiye, wekî destê we ji wan û zimanê wan nave?

Na, ha nave, werin em xwe bifirikînin, ser xwe da bên û xwe diyarî zimanê dayka xwe bikin Navdarekî şerê azadiyê, yê ermeniya, Garegîn Nijdê, wextê xwe da gotiye-“Welatekî azad (merî dikare ji bo ziman jî bêje) nadin parsek û kemendaman, wan ra tembelxane dikeve”.Loma jî her çiqas qewat me da heye, pêwîste em ji pirensîpên xwe dest nekişînin û karê xwe bivin heat serî. 

 

Aslika Qadir- fîlolog, hunermend 

20.10.2011

E -mail- [email protected]

 

Back to top button