Polîtîk

Nûçeyên Barzanî Gazzeyê derbas kir Barzanî:365 Gazze:267

Rojeva Kurd Taybet: Li gor hejmara nûçe û gotarên di rojeva Tirkiyê de Serok Barzanî bi 365 nûçe û gotarên bi zimanê Tirkî, bûyera Gazzeyê 267 nûçeyan li paş xwe hişt û ket rojeva Tirkiyê.

Berî ku Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê biçe Tirkiye, rojeva Tirkiye bi bûyera Gazze û Filistînê ve mijul bû, li gor hejmara nûçeyên rojnameyên Tirkî 267 nûçe di derbarê Gazze û Filistînê de hatibû nivîsandin.

Berî ku Serok Barzanî serdana Tirkiye bike û piştî ku gihişt û hevdîtinên Davutoglu û Erdogan jî pêkanî rojeva Tirkiyê serûbino bû û Serok Barzanî bi 365 nûçeyan ket rojeva Tirkiyê ku heta niha dê çendîn serdanan li gel Gul û BDP jî pêkbîne..

Her wiha tê çaverê kirin piştî van serdanan hejmara nûçeyan bigihe 600 – 700 nûçeyên cûda cûda…

Hêjayî gotinêye ku ew hejmara nûçeyan bi tenê li gor rojname û kovarên Tirkiyê ne û nêzîkî 65 ê wan nûçeyan ji gotarên nivîskar û sîyasetmedarên Tirkiyê pêkhatiye.

Bi awayeke giştî ev serdan bi erênî hatiye nivîsandin û ji aliyê hinek partiyên rikeber jî ev serdan wekî neyînî hatiye nivîsandin.

A: MÎRO

 

Back to top button