Polîtîk

Barki serdana Barzanî dîrokî nirxand

Peymangeha Karnegî ya aştîya navdewletî, serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiye, serdanek dîrokî nirxand.
Prof. Henri Barki yê ku li peymangeha Karnegî ye dibêje, ku serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Turkiye, serdaneka dîrokî ye û ev serdana han jî wê yekê dide nîşandan, ku siyaseta Turkiye li beramber pirsa Kurd hatiye guherîn.
 
Prof. Henri Barki got, ku niha Turkiye tê digihêje ku herêma Kurdistanê hevpeymanek nêzîkî wê ye û herêma Kurdistanê jî xwe bi piştevanîya bazirganî û diplomasîya Enqere ya vî warî dike..

Back to top button