Nûçeanalîz: ENKS û biryareke direng wext
Tê Gotin ku, Encûmena Netweyîya Kurd li Suriyê (ENKS) biryar daye li Kobanî hêzeke çekdar pêkbîne û ew hêza çekdar di bin navê ENKSê li Kobanî şerê DAÎŞ bike û bajar û gundên wê deverê ji êrîşên terorîstan biparêz e.
Wek tê zanîn ev zêdetir ji 15 rojane terorîstên DAÎŞ ji sê baskan ve êrîşên berfireh dikin ser Kobanî û hijmareke zêde ya gundên devera Kobanî dagîr kirine û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskê çekdsariyê PYDê û xelkê wan gund û bajaran liberxwe didin û bi giranî şerê DAÎŞ dikin û bergiriyê ji ketina Kobanî dikin. Her çiqas hin hêzên navanENKS her ji destpêkê bang li endam û terefdsrên xwe kir ku, çekî hilgirin û digel YPGê li dijî DAÎŞ şer bikiin. Ev zêdetir ji 15 rojane li ser Kobanî şere, şerên giran û dijwar.
Ev 15 rojin ENKS dibêje: ”hêza me heye, em dixwazin şer bikin û bergiriyê ji Kobanî û rojavayê Kurdistanê bikin, lê PYD rê nade me û em ditirs in şerê navxweyî derkeve”. PYD jî dibêje: ”keremken werin rê vekiriye û tu kesî rê li we negirtiye, welatê weye, axa weye, werin berevaniyê jê bikin û biparêzin.” Ev zêdetir ji 15 rojane ENKS difikire, civînan dike û nikare biwêrane biryareke biwêr bide, nikare biryara şer bide, ENKS du dil e, di vê rewşê de nekarî xwe yek dil bike û briyareke saxlem bide heta gihişte wê dereceyê endam û dostên wê li dij wê xwepîşandan kirin. Eger hêza te heye, dem dema wê ye tu hêza xwe li ser erdê nîşan bidî û bergiriyê ji axa xwe bikiî.
Li gor zanîna xwe, ez dibîjim viyabû her ji roja yekem, dema êrîşên DAÎŞ bo ser Kobanî dest pê kiriîn û PYD daxwaz alîkarî û piştevaniyê ji hêzên kurdistanî kirî, hîngê viyabû ENKS biwêrane biryareke biwêr bidaye û hêza xwe li ser erdê nîşan bidaye û bê dudilî hêza xwe ya çekdar îlan bikraye û ji bo parastina Kobanî û gundên wê şerê dijî DAÎŞ bikraye.
Ez bixwe bawer nakim ENKSê biryara avakirina hêzeke çekdar dabe, ENKS heta vê kêlîkê jî di nav civînan de ye û biryara pêkanîna hêzeke çekdar gotûbêj dike. Eger biryar dabe jî biryareke gelek di cî deye û biryarke saxleme. Biryareke direng wexte, lê weke dibêjin; ”Direng be baştire bi yekcarî nebe”.
Nûçeanalîz/Nasrat Hacî