Polîtîk

Alîkarî û dijayetî bi hevre nabe

Hukumeta Tirkiye ji bo bikaribe leşkera rêbike derveyê Tirkiye û herweha ji bo rê bide leşkerên din li Tirkiye cih bibin û operasyonên hevbeş li derveyê Tirkiye çêbibe tezkereyek rêkir parlementoyê. Pêwiste parlemento desthilatdariyê bide hukumetê heta bikaribe derveyê Tirkiye operasyonên leşkerî bike. CHP dijê vê tezkerê disekine, MHP dê jêre bêje erê. HDP jî da xuyakirin ku ewê li dijê teskerê bisekinin. Lê ji aliyek din HDP arikariya çek û leşkerî ji bo Kobanê ji hukumeta Tirkiye daxwaz dike. Di vê derbarê de serokwezîrê Tirkiye Davutoglu û serokê HDP Selahattin Demirtaş hevdîtinek kirin. Davutoglu dibêje: Ji aliyekî hun arîkariya leşkerî dixwazin ji aliye din ve hun dijê tezkerê disekinin, ev nabe nakokiyek mezine. Davutoglu got: Ev teskere ji bo li dijê DAÎŞ û rêxistinên din yên terrorist bisekinin dertêxin.

Back to top button