Polîtîk

Nûbûn Dadwerî Hevrejiyan…

Kongreya Partiya demokrat a Kurdistanê ya 13-ê li Hewlêr a paytextê Kurdistanê civiya. Gelek mêvan ji welatên biyanî, ji Iraqê û Kurdistanê tevlkî Kongreyê bûn.  Serokkomarê, Irakê, serokê Parlementoya Iraqê, serokwezîrê Iraqê û serok û berpirsiyarên partiyên siyasî Iraqî  hemî li kongreya partiyê bûn.

Partiyên siyasî û kesayet, rewşenbîr û dezgehên sivîl yên Kurdistanî jî di kongreyê de mêvan bûn. Ji Tirkiyê Partiya li ser hukum Ak-Partî di astek bilind de li kongreyê de bûn. Cîgirên serokê Ak- Partiyê Abdulkadir Aksu û Omer Çelîk di kongreyê de Ak-Partî temsîl dikiran.  Cigirê serokê CHP-ê Mesut Deger û parlementerek yê CHP-ê jî mêvan bûn. BDP jî bî Berngî Yildiz , Hemit Geylanî li gel şandekî li kongreyê bûn. Serokê HAKPAR-ê Bayram Bozyel û şanda pêre li kongreyê de amade bûn.

Kongre bi xwendina quranê hate vekirin û bi surişta netewî ya Iraqê û ya Kurdistanê dest karê xwe kir. Serokê PDK-ê Mesud Barzanî axaftina xwe de bal kişand rewşa Kurdistanê û herêmê. Barzanî got ku divê kurd bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û ev yek mafê kurdan e. Piştî axaftina serokkomarê Iraqê Celal Talabanî , berpirsên Iraqî, Abdulkadir Aksu û hinek berpirsên partiyên Ewropî gotarên xwe xwendin.

Cîgirê serokê Ak-Partiyê Aksu di kongreyê de axaftinek girîng kir. Aksu di axaftina xwe de behsa Kurdistana Iraqê kir û silavên serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan gihandin kongreyê 13-ê û serokê partiyê Mesud Barzanî. Aksu behsa pêwendiyên Tirkiye û Iraqê û herêma Kurdistanê kir. Di axaftina xwe de Aksu gelek peyamên germ dan kongreyê. Herweha serokê Konseya KCK-ê Murat karayilan jî bi nameyekî pîrozbahiya kongreya partiyê kir.

Kongra Partiyê  bi organizasyonekî gelek mezin û hemdem,di bin slogan a Nûbûn, adalet û hevre jiyanê de dicive. Dixweyê dê partî gelek awayan de ji bo xwe nûkirinê wê gava bavê je. Karê kongreyê heta 16-ê vê behê dê berdewam be.

 

Ji bo weneyên kongreyê:

 

Ji bop bi awayekî zindî kongreyê pişopînin:

 

Back to top button