Dêra Mor Gabrîel û mafên suryaniyan

Hefteya derbasbûyî parêzvana mafê mirovan û endama Meclîsa Aştiyê li Izmirê Zeynep Tozduman hate Swêdê û beşdarî çend semîneran bû. Semîner li ser “mafê Suryaniyan yê mirovan û daweya Dêra Mor Gabrîel”a li Midyadê bû, û li Navenda Çandî ya Asuriyan li Hallunda, Mala Asuriyan li Goteborg, Komela Turabdînê li Jonkoping ê û Navenda Mezopotamyayê li Linkoping ê pêk hatin. Hejmarek baş ji ronakbîrên Suryaniyan, parêzvanên mafê mirovan û xelkê beşdar bûn.
Ev meha ku em têde ne li cem Suryaniyan demek giranbûha ye. Salvegera wefata bîskopê hêja û mirovhez Mor Gabrîel e. Mor Gabrîel li herêma Tora Evdînê bi mirovhezî, dilbirehmî û dostheziyê tê nasîn. Di salvegera wefata kesek wisa hêja de, niqaşkirina rewşa Suryaniyan û daweya li dijî Dêra Mor Gabrîel mirovî xemgîn dike û ji bo gavên nû hêviyê dide mirovî.
Navên Dêra Mor Gabrîel
Mor Gabrîel rêvebirek rûhanî bû û li aliyê Torê naskirî ye. Alîkariya gelek mirovan kiribû û bi saya wî gelek mirov ji mirinê rizgar bûbûn. Piştî wefata wî, îro jî baweriya pê xurt e û serdana goristana wî piralî dibe û ji aliyê rûhî û bedenî ve rehetiyê belav dike.
Pîrê mezin Mor Gabrîel bi rêya hez kirin, rêz girtin û dostaniya ji dil, pirên mirovheziyê û dostaniyê di nav mirovan de ava kiribû. Di dema wî de, rêvebirê îslamê Omerê Lawê Xetab navê wî bihîstibû û piştî nasîna wî bi fermanekî, dêrên wan hatibûn parastin, azadiya îbadetê hêsantir bûbû. Roja wefatkirina wî (PZ 668), 3000 oldar û bi hezaran kes li ser goristana wî amade bûbûn. Duayên ji bo wî bi rêya oldar û baweriyên cewaz diçûn ber bi Yezdanê Heq.
Dêra Mor Gabrîela Midyadê navê xwe, ji vî kesê pak û hêja girtiye.
Kesên ji aliyê Torê, Dêra Mor Gabrîel ku mîna “Qudûs a pîroz” ya duwê jî tê nasîn, bi navên “Deyrul Umur” anjî “Dêra (Q) Kartmînê” jî bi nav dikin. Ev pirnavî îşareta dewlemendiya pirçandiyê ya li herêmê ye. Avakirina Dêra Mor Gabrîel di destpêka sedsala 400 î (PZ) de dest pêkiriye. Bi kevirên şehkirî yên taybetî, bi mîmariya herêmê û Bîzansan rengê xwe girtiye. Bi sedan sal in sînorên dêrê û erdê xwe diyar e. Lê 2008 an de daweyek li dijî dêrê hate vekirin û dixwazin erdê wê talan bikin. Rêya îbadetê li ber wan bigrin û malûmilkên dêrê eşkere talan bikin. Rê vedikin ku careke din berê wan bidin koçberiyê û barkirinê.
Li ser pirsê, Zeynep Tozdumanê bi dirêjî li ser qonaxa dadgehê agehdarî da û li ser çalakiyên li dijî vekirina daweyê jî wêneyên ji dadgehê pêş beşdarên semînerê kir. Tozdumanê xwest ku, hemu kes piştgiriyê bide Suryaniyan ji bo ku rê li ber talankirina dêrê bê girtin.
Ronakbîr, jin û ciwanên Suryaniyan jî li ser pirsa mafê ziman dîtinên gotin, ji bo ku zimanê wan bi fermî bête qebûlkirin, li ser pêşniyaz û rêyên çareseriyê kur bûn.
Em, endamên Kurdocide Watch-CHAK ê, anku kesên ku bi mafê mirovan dadikevin semînerên wisa giring dibînin. Li ser pirsê dîtin û hêviyên me zelal in:
Koçberiya Suryaniyan ji welêt ji ber polîtîka dewletê ya şaş e. Koçberkirina wan li herêmê valahiyek mezin pêk anî. Hunera desta kêm bû û ber bi windabûnê ve diçe. Li herêmê tecrubeyên Suryaniyan yê bazirganiyê hebû. Piştî barkirina wan, di şûna exlaqê kar de “toreyekî naskirî” bi cî dikin. Bi saya toreya “çanda nû ya talankêr”, fêrbûna meslek û îdarekirina mala xwe bi keda xwe, anjî dewlemendiya bi rêya tîcaretê şûna xwe gavbigav da xwestina dewlemendiya “bi rêyên din/kin”. Toleransa di nav çand û baweriyan de hebû hate têkbirin, “şîdet” û “yekrengî”yê dixine şûna wê.
Li aliyê Torê, Kurd ji aliyê etnîkî din bin zilmê de ne. Lê zilma li ser Suryaniyan du qat, ji aliyê olî û etnîkî bû. Li welatê xwe di bin pêla asîmîleya dewletê de zimanê kevnare dihate jibîrkirin û li welatê xerîbiyê jî asîmîle dibûn.
Îro, zimanê Suryaniyan ku zimanê Mesîhê Nûranî jî bû, ber bi windabûnê ve diçe. Çanda wan pêwîstiya xwe parastinê heye. Hejmara Suryaniyan her ku diçe li Torê kêm dibe. Lewma parastin û pêşkêşkirina alîkariya ji bo çandên li herêmê, di serî de wezîfeya hikumeta Turkiyê ye. Lê divê Kurd jî bi germî nêzî pirsê bibin û bibin alîkar. Divê pirs bibe pirsa vijdanê mirovahiyê.
Divê neyê jibîrkirin ku, kesên dixwazin malê Dêra Mor Gabrîel talan bikin, di heman demê de bêhurmetiyê li hemberî şexsê Mor Gabrîel bi xwe dikin. Dêra Mor Gabrîel eserek giranbûha yê herêma me ye û divê em bi xwe jî lê xwedî derkevnin. Ew ne tenê dêr e, ji wir bi rêya zaniyariyê gelek kesên din weke Mor Gabrîel hatine perwerde kirin. Lewma Mor Gabrîel zanîngeh e, kaniya hezkirinê, dostanî û toleransê ye. Lewma xwedî derketina Kurda li çand û zimanên li Kurdistanê giring e.
Li bakurê welêt, di rêvebiriya belediyan de xebata li ser pirzimaniyê bi xurtî pêk tên. Di van xebatan de beşdarbûna Suryaniyan û amadekirina mecalan ji bo beşdariyê giring e. Divê di rêvebiriya belediyên aliyê Torê de nûnerên Suryaniyan cî bigirin û ji bo cîgirtina wan xebat bê kirin, derî vekirî bin. Bi giştî ji bo ku Suryanî ji tecrubeya kurda li ser karên ji bo ziman û çandê agehdariyê bistînin û beşdar bibin, divê rê vebin. Kurd deriyê alîkarî, hevkarî û xebata kolektîf vekin.
Emç weke Kurdocide Watch-CHAK berî bi demek e kin li Amedê bûn û me piştgirî da girtiyên siyasî, şaredarên Kurd ku daweya wan berdewam e. Me li wir hejmarek hiqûqnasên Kurd nas kir. Bi xebatên wan serbilind bûn. Hêviya me ji hiqûqnasên Kurda ew e ku, ji bo piştgiriya Suryaniyan, beşdarî dadgeha Dêra Mor Gabreîl bibin. 8/12-2010
Gabar Çiyan
Endamê Komîteya Karger ya Navenda
Kurdocide Watch-CHAK & Edîtorê EuroKurd News